Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê Newroz li Qada Bazara Gel ya Bakirkoyê hat pîrozkirin.
Slogana îsal, “Em bi ruhê Newrozê berxwedanê xurt bikin, li Efrînê serkeftinê bi dest bixin”.
Îro her wiha li Amed, Wan, Riha, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê Newroz tê pîrozkirin.
Kesên wê beşdarî bernameya Newrozê bibin di saetên pêşiyê de ber bi qada Newrozê de hatin. Polîs li ser kesên tên qadê digere û li çanteyên wan dinêre.
Nivîsa “Newroz pîroz be” li ser dikê hatiye daliqandin. Kesên li qadê ne alên rengîn hildigirin ku li ser wan nivîsa Newrozê hatiye nivîsandin.
17 saziyên ku di nava Komîteya Amadekariyên Newrozê de cî girtin ev in:
Konfederasyona Sendîkaya Karmendan (KESK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Dahatûya Çep a Keskan (YSGP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP), Partiya Şoreşgeran, Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Halkevlerî, Tevgera Şoreşgeran, Hewldana Çerkesan a Demokratîk, Kolektîfa Başlangiçê û Weqfa Hubyar Sultanê.
Gulistan Kiliç Koçyigit Hevberdevka HDKyê, Sezaî Temellî Hevserokê Giştî yê HDPyê, Leyla Bîrlîk Parlamentera HDPyê ya Şirnexê, Kanî Beko Serokê Giştî yê DİSKê, Nûrî Gunay Hevserokê Giştî ye Halkevleriyê, Levent Tuzel Endamê Lijneya Birêveebriya Navendî yê EMEPê, Gulsum Elvan dêya Berkîn Elvan ê ku di dema Berxwedana Geziyê de hatibû kuştin, Nûran Agirnasli dêya Sûphî Nejat Agirnasli yê ku di berxwedana Rojavayê miribû, kesên ku di qetlîama Pirsûsê de birîndar bûne û malbatên windahiyên heman qetlîamê, Faîk Delî bavê Dîcle Delî ya ku di qetlîama Enqereyê de miribû beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Gulseren Medar di çarçoveya bernameyê de stranên xwe pêşkêş kir.
Piştî ku kesên li protokolê ne derketin ser dikê agirê Newrozê hat vêxistin.
Li ser navê saziyên ku di nava komîsyona amadekariyên Newrozê de cî girtine Sema Barbaros Seroka EMEPyê ya Stenbolê bi Tirkî, Mehmet Alî Soyal ji rêveberiya HDPyê ya Stenbolê jî bi Kurdî metna hevbeş xwend. Di metnê hevbeş de daxwaza aştiyê hat kirin û bertek nîşanî girtina siyasetmedar û rojnamegeran, Rewşa Awarte û ixrackirinan dan.
Bîrlîk: Li hemberî Dehaqî her xortekî me veguhestiye Kawayê Hesinkar
Leyla Bîrlîk Parlamentera HDPyê ya Şirnexê axivî û got ku wê silav ji Nisêbîn, Şirnex û Cizîrê aniye. Bîrlîkê Taybet Înan û Mehmet Tûnç ên ku di dema qedexeya derketina derve de li Şirnex û Cizîrê miribûn bibîr anî û wiha axivî: “Em ji bo azadiya xwe meşiyan. Ti kes nikare li hemberî vî gelê berxwedar bisekine. Îro li Efrînê xwîna ciwanên me dirijînin. Her hebek zeytûnê azadiyê bilind dike. Bila xwînxrij baş bizanibin ku li hemberî Dehaqî her xotrekî me veguhestiye Kawayê Hesinkar.
Newroz roja nû ye. Newroz xwesteka roja azadiyê ye. Em xwişk û biratiyê divên lê ew qebûl nakin. Dibêjin ku em ê zarok û dayikên we qetilbikin. Ev gelê qehreman kengî stuyê xwe tewandiye?
Siyasetmedarên girtî peyam şandin
Leyla Guven, Mehmet Aslan, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tûncel, Idrîs Balûken û Ayla Akat Ata siyasetmedarên girtî peyamek hevbeş ji bo Newrozê şandine ku Nevîn Kilay rêvebera HDPyê ya Stenbolê xwend.
Di berdewamiyê de nameya ku Onûr Hamzaoglû Hevserokê Giştî yê HDKyê ji Girtîgeha Silivriyê şandiye hat xwendin:
“Di van rojên ku agirê Newrozê dilê me bêhtir germ dike de tunebûna dostaniyê, wekheviyê, azadiyê, edaletê, aştiyê, edmokrasiyê û nanî em dikarin bi aqil û biryardariya hevbeş û bi têkoşîna bi hev re tune bikin. Bawerî min û pêbaweriya min a bi xwediyên berpirsiyar re tam e.”
Kiliç Koçyîgît: Efrîniyan çi bi vî welatî kiribûn?
Gulîstan Kiliç Koçyîgît Hevseroka Giştî ya HDKyê di axavtina xwe de got; “Efrîniyan çi bi vî welatî kiribûn ku ewder ji hêla vî welatî ve hat dagirkirin. Rojekê jî zixurek tenê jî neavêtine. Çi zerara Dîlan bebekê, dayika Xetîceyê, mamê Hesen ên li Efrînê gihiştiye kedkarên xizan ên li Stenbola vî welatî? Çi helwesta wan li hemberî gelên vî welatî heye? Helbet tune bû. AKP-MHP û partiyên din dest dan hev û gotin ku ‘Ji Efrînê gef li ser mayîndetiya welatê me heye’. Bi rastî jî gef hebû? Na. Pirsgirêka mayîndetî li vî welatî tune bû. Mayîndetiya AKP û MHPyê heye ku rêveberiya vî welatî dikin.”
Temellî: Efrîn a Efrîniyan e
Hevserokê Giştî yê HDPyê Sezaî Temellî jî di çarçoveya bernameyê de axivî û wiha got:
“Efrîn a Efrîniyan e. Heke ku îro ji wir vekişiyan bin ew ji ber teşhîrkirina kujeran e. Lê wê sibê vegerin wir, bila şika ti kesî ji vê tune be. Ev gav ji bo teşhîrkirina aştiyeke bi rûmet û durûtiya hemû cîhanê ye.” (BK/FD)