Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Eutelsata navenda wê li Fransayê ye weşana Newroz TVyê sekinandibû, Dadgeha Bazirganiyê ya Fransayê biryar da ku divê weşana wê neyê sekinandin.
Li gor ANFyê dadgehê biryar daye divê Eutelsat ji roja biryarê ve weşana Newroz TVyê bide dest pê kirin û ji bo her roja weşan sekinandî 10 hezar Euro tazmînatê bide.
Dadgeha Bazirganiyê ya Fransayê eşkere kir ku biryara Eutelsatê ‘’ne qanûnî ye’’
Li ser daxwaza Tirkiyeyê Eutelsatê di 11ê Çiriya Pêşiyê de weşana Newroz TVyê sekinandibû.
Di nûçeya ANFyê de hatiye eşkerekirin ku divê ev biryar ji bo Med-Nûçeyê jî bibe emsal.
Eutelsatê di 3yê Çiriya Pêşiyê de weşana Med-Nûçeyê sekinandibû.
Zarok TVyê dest bi weşanê kir
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) biryara sekinandina weşana televizyona zarokan a bi zimanê Kurdî weşanê dike(Zarok TV) dabû. RTUKê ew biryar betal kir.(EA/MB)