Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Newroz li Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Riha, Manîsa, Aydin û hin cihên din hatiye pîrozkirin.
Li Amedê pîrozbahî li Qada Newrozê bi rê ve çûne. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi slogana “Teqez em ê bi ser kevin” bername bi rê ve biriye.
Lîsa Çalana ku di dema mitînga HDPyê ya 5ê Hezîrana 2015ê li Amedê de ji ber teqîna çêbûye birîndar bûbû, di bernameya Newrozê de dîlanê dike
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê di bernameyê de axivî ye û xwestiye ku hikûmet tecrîta li ser Abdullah Ocalan, Serokê PKKyê bi dawî bike. Bûldanê wiha gotiye:
“Va ye 21ê Adarê, va ye Newroz, va ye Amed. Enqere, Tayyîp Erdogan êdî vê qadê bibîne. Êdî banga ji bo azadiye, aştiyê ya li vê meydanê bilind dibe, hêrsa li hemberî tecrîdê bibînin”.
Leyla Guvenê peyam şandiye
Peyama ku Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye xwendin. Guven ji bo tecrîd bi dawî bibe 134 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guvenê wiha gotiye:
“Êdî bihar hat. Ez cejna we ya Newrozê ji dil pîroz dikim. Newroz pîroz be. Teqez em ê bi ser kevin.”
Li qada Newrozê sloganên weke “Newroz pîroz be”, “Leyla Guven rûmeta me ye”. “Bijî berxwedana zindanan” hatine avêtin.
Malbata Zulkuf Gezenî agirê Newrozê pê xistiye ku di 2yem GirTîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ji bo tecrîdê protesto bike xwe kuştibû.
Di vê navberê de çûnûnahitên trêna di navbera Êlih û Amedê de hatiye betalkirin ku her sal kesên ji bo çûna Newrozê ev trên bi kar dianîn. Trên ji ber vê sedemê weke “trêna Newrozê” dihat bi nav kirin.
Pîrozbahiyên li Wanê li Kelehê çêbûye
Li Wanê bernameya pîrozbahiyê li Kehela Wanê çêbûye. Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê axivî yû û daxwaz kiriye ku bila tecrîda li ser Abdullah Ocalanî bê rakirin.
Li Şirnexê jî piştî sê salên ku biryara qedexeya derketina derve lê hebû, îsal li navenda bajêr û navçeya Silopyayê Newroz hatiye pîrozkirin.
Li Rihayê Newroz li Stadyûma 11ê Nîsanê hatiye pîrozkirin. Polîsan destûr nedane ku pankarta li ser “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin bikeve cihê pîrozbahiyê. Her weha polîsan diyar kiriye ku hemû pankartên bi kurdî “qedexe ne”.
Li Manîsayê li navçeya Yûnûs Emreyê Newroz hatiye pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê pankarên bi kurdî û tirkî hatine daliqandin ku li ser wan “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin.
Li Aydinê jî li navçeya Efelerê Newroz hatiye pîrozkirin. (EMK/FD)
* Çavkaniya nûçe û fotografana: Ajansa Mezopotamyayê