Li Sêrtê, rêveberiya qeyûm Newala Qesaba ku weke cihê goristanên komî û cihê êşên mezin tê nasîn, ji nû ve ji avadaniyê re vekir.
Li gorî nûçeya Ozan Bayindir ku ji MAyê weşiyayw, Fırat Şimşek, Sekreterê Bajarê Sêrtê yê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), bi tundî bertek nîşanî biryarê da. Şimşek diyar kir ku bi planên revîzyona îmarê dixwazin bîra civakî ya herêmê ji holê rakin.

DAXUYANIYA HEVBEŞ A 26 SAZIYAN
"Destûra avadaniyê ya li Newala Qesabayê, bêhurmetiya li miriyan e"
Encûmena şaredariyê, ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an dest bi kar kir, di 7ê Hezîrana 2024an de biryara ku di dema qeyum de hatibû dayîn, ku plan kiribû ku herêmê ji bo îmarê re veke, betal kir. Lêbelê, piştî ku qeyûm ji nû ve ji bo şaredariyê hate tayînkirin, herêm careke din ji bo avadaniyê hate vekirin. Di civîna encûmena şaredariyê ya di Nîsanê de plana îmarê hate guhertin û rê li ber avakirina avahiyên 5 heta 8 qatî li herêmê vekir.
"Cihê bîrê ye"
Di daxuyaniya xwe ya 26ê Hezîranê de Lijneyên Koordînasyona Bajarî yên TMMOBê destnîşan kirin ku pêdiviya vê herêmê ne bi avadaniyê, bi parastinê heye.
Sekreterê TMMOBê yê Sêrtê Fırat Şimşek got, "Li ser Çemê Qesaban stran, helbest û pirtûk hatine nivîsandin û gotin. Ev herêmê cihekî bîrê ye ku şopên kûr li ser bîra gel hiştiye. Heke aştiya civakî were avakirin bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re ne pêkan e." Şimşek her wiha diyar kir ku herêm ne tenê ji hêla dîrokî ve, lê di heman demê de ji hêla jeolojîk ve jî ji bo avadaniyê ne guncaw e.
Li Newala Qesabayê çi qewimî?
Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên ermenî û keldaniyên ji sala 1915ê û pê de, yên kurdan ên di salên 1980 û 1990î de gelek mafên wan ên mirovan hatine binpêkirin, îşkence li wan bûye, bi darê zorê hatine windakirin û di encama bûyerên failên wan ne diyar de hatine kuştin li Newala Qesabayê hene. Di sala 1989ê de goreke komî li vir hatibû dîtin.
Di 22yê Nîsana 1989ê de li vir bi wesayitên karî hin der hatibûn kolan û di nava du sê saetan de cenazeyê heşt kesan hatibû derxistin. Çavlirê bû ku ji bo cenazeyên mirovên bi darê zorê hatine windakirin, bi beşdariya pisporên serbixwe lêkolîneke zanistî li vir bibe. Lê heman rojê bi fermana Walîtiya Sêrtê xebatên li wir sekinîn û ji wê rojê û vir ve ti tiştek nehatiye kirin. Nasnameya wan cenazeyan û sedema mirina wan jî dernexistin holê.
(EMK/AY)
