Yanghee Leeya Raportora Taybet a Myanmarê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî piştî ku rapora xwe li ser mijarên mafên mirovan pêşîkêşî Lijneya Giştî ya NYyê kir civîna çapemeniyê li dar xistiye.
Leeyê destnîşan kir ku li Myanmarê di rewşa Arakaniyan da tu guherînek tune û îxlalên mafên mirovan ên dikevin nav "sûcê şer" dewam dikin.
"Hetanî ku şert û mercên dibin sedema reva ji Mynamarê ya penaberên Arakanî yên li Bagladeşê neyên guherandin vegera wan a malê ewledar nîne."
"Dibê rewşa li Mynamarê (yên li ser Arakaniyan) sewqî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikin an jî dadgeheke navneteweyî ava bikin ku berpirsyar werin darizandin û edalet were pêkanîn."
Banga ji bo mueyîdeyan bidin ser artêşa Myanmarê
Leeya raportor bang kir ku bila mueyîdeyan bidin ser rayedar û şirketên girêdayî artêşa Myanmarê lewra li dijî Arakaniyan îxlalên mezin dikin.
Paiqijiya neteweyî ya dijî Misimanên Arakanî
Di sala 2021an da di navbera Budîstan û Mislimanan da pevçûn derketibûn, di bûyeran da piraniya wan Misliman bi hezaran kes hatibûn kuştin, bi sedan xanî û dikan hatibûn şewitandin.
Di 25ê tebaxa 2017an da êrîşên hemdem biribûn ser qereqolên sînor ên li Arakanê û artêşa Myanmarê ev wekî hincet nîşan dabû û bi nijadperestên Budîst ra dest bi çalakiyên tundiyê kiribûn.
Li gor NYyê ji tebaxa 2017an pê va hejmara penaberên ji zilm û zexta li Arakanê revîn û xwe sipartin Bangladeşê derkete 900 hezarî.
Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmenên ji peykê va îsbat kirin ku bi sedan gund hatine tunekirin.
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin | AA