Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) ragihand ku di xwepêşandanên li welêt da rêtina xwînê berdewam e û ev jî rewşeke tirsnak e.
Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis-Plasschaert di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Li Iraqê dewamkirina rêtina xwînê me ditirsîne."
Plasschaertê bal kişand ku tundî bi tenê bi xwe ra tundiyê tîne û lewma jî divê xwepêşandarên aştîxwaz bên parastin û herwiha dema diyaloga neteweyî jî hatiye.
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kirin, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kirin.
Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va zêdetirî 200 kesî hatin kuştin, qedera 8 hezar kes jî birîndar bûn.
NYyê jî ragihandibû, li Iraqê ji roja ku xwepêşandanan dest pê kirine heta niha 229 xwepêşandêr hatin kuştin.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter |AA