Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûnerên welatên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ( KENY) ji ber ku Emerîkayê biryar daye bicîkirina Cihûyan wekî ne li dijî huqûqê be tevbigere berteka xwe nîşan dane. Mike Pompeoyê ku Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye di rojên borî de daxuyandibû ku wan polîtîkaya xwe ya derbarê bicîkirina Cihûyan a li cihên ku di kontrola Îsraîlê da ne guhertiye.
Pompeo, “Gotina me ya ku me digot bicîkirina sivîlan li dijî qanûnên navneteweyî ye em ber bi armanca me ya aştîyê va nebirine”
"Li dijî huqûqa navneteweyî ye"
Li Neteweyên Yekbûyî jî Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê û Çînê guherîna helwesta Emerîkayê nîqaş kirin.
Karen Pierceyê ku Balyozê Îngîltereyê yê Neteweyên Yekbûyî ye li ser navê Almanya, Fransa, Polonya, Belçîka û Îngîltereyê ku endamên konseya ewlehîyê ne wiha axiviye:
"Hemû çalakîyên bicîkirinê li dijî huqûqa navneteweyî ne û derb li çareserîya dudewletî xistiye.”
"Divê Filîstîn were naskirin"
Jean Asselbornê ku Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê ye jî gotiye piştî ku DYEyê biryar daye ji bo li Şerîaya Rojava bicîkirina Cihûyan bide pişta Îsraîlê divê Yekîtiya Ewropayê jî dewleta Filîstînê nas bike.
Norman Chaletê Berdevkê Balyozê DYEyê yê Neteweyên Yekbûyî ye gotiye “ev biryar ne li dijî qanûnên navneteweyî ye”
Ev guhertina di polîtîkayê de eşkere dike Emerîkayê destûr hatiye dayîn ku Îsraîl li Şerîaya Rojava ya Filîstinê dixwest di pêşerojê piştî dewleta wan were avakirin di nav sînorê xwe da bihêle Cihû werin bicîkirin.
(PT/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye