Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo sivîl neyên kuştin Neteweyên Yekbûyî Artêşa Iraqê û Artêşa Eyaletên Yekbûyî yê Amerîkayê hişyar kir. Ji wan xwest ew dîsa li tektîkên xwe yên şerî binêrin.
Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku di Operasyona Mûsilê de, ji 17ê Sibatê heta 22yê Adarê bi êrîşên DAIŞê û bombebarana firokeyên koalîsyonê ya kê 307 sivîl mirine, 273 sivîl jî birîndar bûne.
NYyê eşkere kir ku DAIŞ sivîlan li avahiyan wek mertalên zindî mehkûm dike. DAIŞ wan sivîlên direvin jî bi qenasan dikuje.
Banga ji bo aliyên Operasyona Mûsilê, li ser navê Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el Hüseyin xwend.
Hûseyînî eşkere kir ku divê lêpirsîneka zelal bê kirin. Wî da zanîn ku divê ji bo wan kesê ji DAIŞê reviyayîn
Di operasyonê de 3846 sivîl mirine
Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan a Iraqê, ji 17ê Çiriya Pêşiyê heta 26ê Adarê 3846 sivîl mirine. Ji 10 hezaran zêdetir mal hatine xerakirin.
Li gor nûçeyeka Independentê ya Ingilîzîstanê, nîşangirên Artêşa Iraqê sivîlên ji rojavayê Mûsilê direvin dikujin.
Amerîkayê qebûl kiribû
Amerîkayê duhî bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku ew avahiyên hatîn xerakirin balafirên artêşê bombe lê barandibû.(YY/MB)
Çavkanî: Sputnik, AA, BBC Turkçe