Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seketerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Gueterres do li New Yorkê tevlî panalê îqlîmê bû. Gueterres di axafrtina xwe de Peymana Parîsê bi bîr anî; hedefa peymanê ê ew bû ku zêdebûna germahîya îklîmê di 2 dereceyan de sabît bikin (heta ku karibin 1.5 dereceyî de).
Gueterres, “Çiyayê li pêş me gelekî berz û bilind e lê ne ku derketina wî nepêkan e. Em dizanin em ê çawa bixin bin qontrola xwe vî karî.”
“Divê em xebtên xwe yî li ser îqlîmê zêdetir û berfirehtir bikin her weha yên li ser xazên serayan jî. Divê em çavkanîyên xwe yî enerjîyê baştir û berhemtir bi kar bînin.
“Yên herî dewlemend yên herî sûncdar in”
Gueterres wiha jî diyar kir ku têkoşîna li hemberî guherînên îklîmê “berpirsiyarîyeke ehlaqî” ye. Gueterres got; “Di vê mijarê de berpirsiyarên herî mezin yên herî dewlemend in, û bandora herî zehf li milet û dewletên xizan û feqîr dibe.”
Gueterres diyar kir ku dixwaze li New Yorkê di sala 2019yan de li ser îqlîmê zîrveyekî li dar bixe.
(PT/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî