Ji bo nûçeya Tirkî
Dema ku Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê peymana danî de daxuyanî dida, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahuyî jî derbarê heman mijarê de civîna çapemeniyê li dar xist û got: ‘Dorpêça li dijî Qazeyê wê ji deryayê ve bidome.’
Netenyahuyî li Romayê daxuyanî da û got ku wê bi peymana ku me danî re gaza xwezayî ya Îsraîlê bi ser Tirkiyeyê ve bighije Ewropayê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ‘faliyetên terorî’ yên li dijî Îsraîlê jî hatine astengkirin.
‘Ji bo îstikrarê nelihevkirin baş nîn e’
‘Piştî bi Tirkiyeyê re peymana danî jî wê dorpêça li dijî Qazeyê ji deryayê ve bidome. Ev yek ji hêla ewlehiyê ve bo me gelek girîng e. Em niha nikarin vê ji yekê bên xwar. Em ê bi vê yekê hêza Hamasê kêmtir bikin.’
‘Bi danîna vê peymanê êrişên terorî yên li dijî me ku dibe ji Tirkiyeyê were kirin hatin astengkirin. Wê bi peymana ku me danî re gaza xwezayî ya Îsraîlê bi ser Tirkiyeyê ve bighije Ewropayê.’
‘Ji bo aboriya Îsraîlê gelek girîng e’
Netenyahuyî çend roj ewil jî di axavtina xwe de derbarê baştirbûna têkiliyên bi Enqereyê de gotibû: ‘Ev yek pêngaveke girîng e. Dê ji bo aboriya Îsraîlê jî gelek baş tir be.’
Di 31ê Gulana 2010an de leşkerên tirk êrişî geştiya Mavi Marmarayê kiribûn û di encamê de 9 welatiyên Tirkiyeyê kuştibûn. Piştî wê yekê têkiliyên navbera Tirkiye-Îsraîlê de qutbûbûn.
(YY/YO)