Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke vîdyoyî weşand.
Netanyahu îdia kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê "serkeftî" nebûye û spasiya Amerîkayê kir ku ji bo astengkirina mûşekên hatine avêtin piştgiriya wan kiriye.
Netanyahu got ku Îranê bi wê êrişê xeletiyeke mezin kir û dê Tehran berdêla wê xeletiyê bide.
Netanyahu diyar kir ku ew ê bersiva êrişê bidin û got, “her kî êrişî Îsraîlê bike dê Îsraîl jî êrişî wan bike.”
Pentagon: Ev êrişeke girîng bû
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya DYAyê(Pentagon) Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî.
Ryder diyar kir ku Îranê qedera 200 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê û wiha got: "Ev êrişeke girîng bû, muhtemelen ji aliyê berfirehiyê ve bi qasî ya me berê dît, va mezintir bû."
Ryder wiha got:
“Li gorî êrişa bi mûşekan a herî dawî mûşekên balîstîk ên vê carê hatin avêtin ji hêla hejmarê ve bi qasî du caran zêdetir bûn.
Teqez em hêvî dikin ku êrişeke din pêk neyê.
Lêbelê diyar e ku kapasîteyeke Îranê heye û wan ew yek nîşan da ku dixwazin vê kapasîteya xwe rasterast li dijî Îsraîlê bi kar bînin.
Ji ber vê çendê jî di mijara gavên ji niha şûn de dê bên avêtin û ya girîngtir jî di warê parastina Îsraîlê de danûstanên me dê bidomin."