Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîsa gefa kuştinê li Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî xwar.
Benjamîn Netanyahu ji televizyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) re axivî. Serokwezîrê Îsraîlê li ser gotinên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ên li ser kuştina Xameneyî, wiha got:
"Min ferman da artêşê ku li Îranê parêzbendiya ti kesî tune. Pêwîstî bi zêdetir şîrovekirinê nîne, bila bûyer bi xwe biaxivin."
“Armanca Îsraîlê ne rûxandina rejîma Îranê ye”
Netanyahu li ser armanckirina bernameya nukleerî ya Îranê jî axivî û eşkere kir ku Îsraîl xwedî şiyana lêdana hemû tesîsên nukleerî yên li Îranê ye.
Netanyahu da zanîn ku armanca Îsraîlê ne rûxandina rejîma Îranê ye û wiha got: "Rûxîna rejîmê dibe ku bibe encamek lê armanc ne ev e. Ev biryarek e ku gelê Îranê dê bide."
“Em li benda destûra DYAyê nîne”
Netanyahu diyar kir ku ew ji bo midaxeleya Îranê li benda destûra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) nînin, lê bi pesindayînê behsa piştgiriya rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û wiha domand:
"Ew di warê parastinê de bi awayekî bê kêmasî alîkariya me dikin, pîlotên Amerîkî hene ku dronan dixin.
Her wiha Amerîka bi sîstema parastina asmanî ya mûşekên balîstîk a THAADê jî alîkariya me dike."
Yisrael Katz duh li bajarê Holonê yê nêzîkî Tel Evîvê ku di êrişa berbangê de hatibû armanckirin, ji rojnamegeran re gotibû, "Dîktatorekî wekî Xameneyî nikare hebûna xwe bidomîne."
Netanyahu jî, di serdana xwe ya Nexweşxaneya Soroka ya li bajarê Bîr el-Sebayê eşkere kiribû ku ew dikarin li dijî Xameneyî sûîqestê pêk bînin û destnîşan kiribû ku hemû vebijêrk li ser masê ne.
Şerê Îran û Îsraîlê di roja 7emîn de ye
Ziyanên mirovî û madî di heft rojên pêşîn de wiha ne:
Di encama êrîşên mûşekî yên Îranê de li nexweşxane û deverên niştecihbûnê de herî kêm 24 sivîl mirin û nêzîkî 590 kes birîndar bûn.
Li gorî daneyên Îsraîlê, li gorî çavkaniyên cûda, 25 kes mirin û 2 hezar 345 kes birîndar bûn.
Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li Îranê, di êrîşên balafirên şer û yên bêmirov ên Îsraîlê de 224 sivîl mirine û 1,277 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina mafên mirovan HRANAyê ev hejmar wekî 639 mirî (263+ sivîl, 154+ karmendên ewlehiyê) û 1,320 birîndar ragihand.
Di nav rêberên leşkerî yên hatine kuştin de kesayetên payebilind ên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî, Bagheri, Selamî, Reşîd, Hacîzade jî hene.
Ziyanên madî û lêçûnên destpêkê yên hilweşandinê
Li eniya Îsraîlê: Bi tevahî nêzîkî 400 êrîşên mûşekî hatin kirin; binesaziyên enerjiyê hat armanckirin, herî kêm rafineriyeke petrolê hat girtin û nêzîkî 5,000 kes li cihê kar hatin derxistin.
Ziyanên aborî yên destpêkê, tevî sistema astengkirin û têkbirina mûşekan(Interceptor) û wêrankirina binesaziyê, nêzîkî 400 milyon dolar in.
Li gorî ynetnewsê, lêçûnên leşkerî yên rasterast ên rojane li Îsraîlê ji bo operasyonên êrîş û parastinê bi qasî 725 milyon dolar e.
Di du rojên destpêkê de, 593 milyon dolar ji bo operasyonên hewayî û bi qasî 857 milyon dolar ji bo sîstemên parastinê û yekîneyên yedek hatine xerckirin.
Li gorî pêşbîniyên din, lêçûna rojane di navbera 725 milyon û 1 milyar dolarî de ye.
Li Îranê, di bombebaranên berdewam de 400 mûşekên balîstîk hatine bikar anîn û dema ku lêçûnên kirîn û lojîstîkê lê zêde bibin, Îran rojane nêzîkî 100 milyon dolarî xerc dike.
(AY)
*Çavkanî: Rudaw, MA, AA

