GARO PAYLAN
Nêrîna nû ya dewletê înkar û asîmîlasyon e
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cihgirê serokkomarê Tirkiyeyê, Fuat Oktayî gotiye, “em rêzê li wan parlamentoyan nagirin ku ew xwe li ber dîyasporaya ermeniyan ditewînin û tezên tirkan nas nakin.”
Wekîlê Amedê yê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) Garo Paylanî bersiva Oktayî daye. Paylanî gotiye: “Sekn û nêrîna dewletê ya nû ne rû-bi-rû-bûna bi dîroka xwe re ye lê înkar û asîmîlasyon e.”
Paylanî gotiye ti feydeyê nêrîna “tirkparêz” li gelên li Tirkiyeyê nîne.

“Ew kesên ku hûn dikin dijmin xizmên min in. Ew kes hemwelatiyên me ne.”
Li gor Zeteyê ji rojnameya Indipendentê ragihandiye van dewletan, Qirkirina Ermenîyan qebûl kiriye: 
Ermenîstan, Ûrûgay, Başûrê Qibrisê, Rûsya, Kanada, Libnan, Belçîka, Fransa, Yûnanîstan, Vatîkan, Îtalya, Siwîsra, arjantîn, Slovakya, Hollanda, Venezûella, Polonya, Lîtvanya, Şîlî, Siwêd, Bolîvya, Komara Çekan, Awistûrya û Sûriye.
Bi temamî hejmara dewletên qebûl kirine ku ‘’Ermenî Hatine Qirkirin’’ 25 e. Digel van dewletan Parlemana Ewropayê û Konseya Ewropayê jî Qirkirina Ermenîyan qebûl kiriye.
Li Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê jî 50 dewletan Qirkirina Ermenan qebûl kiriye.
(EK/EKN/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da