Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di axavtina xwe ya li meclisê de ji ber ku nirxandinên Ocalan anî ziman rastî hewldanên astengkirinê hat û piştre mikrofona wî hat girtin û ji salonê jî hat derxistin.
Hin saziyên sivîl û nûnerên sendîqeyan ji ber hewldana derbekirinê çûn serdana meclisê. Di wê ziyaretê de Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder jî xwest ku axaftina xwe bike û ji ber di destpêkê de got; ‘Li vê welatê nêzî 2.5an rewşa agirbestê pêk hat. Di destpêka wê serdemê de Birêz Ocalan li Îmraliyê gotibû ku eger demokratîkbûyîn pêk neyê wê mekanîzmaya derbekirinê bikeve merîyetê’ bi awakî gotinî êriş lê hat kirin û çend kesan ji cihê xwe rabûn û dirêjî wî kirin.
Li ser vê yekê Onder got: ‘Bertekên wiha gelek baş in. Xwezî ev yek wextê ku piştgiriyê dida derbekaran re jî bihata bîra we. Em ji bin gulebaranê hatine vir û ji ber vê jî em ji we natirsin. Ez ê çend tiştan bînin ziman. Fermo guhdar bikin.’
Peywîrdarên ewlehiyê nehiştin ku ew kesên ji cihê xwe rabûne bigihêjin Sirri Sureyya Onder û piştî tevliheviyê Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman talîmat da ku mîkrofona Onder were girtin.
Onder ligel polêsan ji salonê derket.
(ÇT/YO)