* Fotograf: Ertuğrul Kurkçu / Twitter
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hast astengkirin ku dixwestin biçin ber Girtîgeya Kandirayê ya Fîgen Yuksekdag lê girtî ye.
Parlamenterê Îzmîrî Ertûgrûl Kurkçu ji bianetê re axivî û got ku beriya ew bigihêjin girtîgehê bi deh kîlometreyan polîsan ew sekinandine û beyî biryareke nivîskî nîşanî wan bidin ew hatine astengkirin.
Heyeta HDPyê îro wê serdana piştevaniyê ya Meşa Edaletê bike ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû dabû destpêkirin û di roja xwe ya 19. de ye.
Di heyeta HDPyê de Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay, Alîkarên Hevserokên Giştî Beycan Taşkiran, Sarûhan Olûç, Sezaî Temellî, endamên Lijneya Birêveberiya Navendî Beyza Ustun, Mûrat Mihçi, wekîlê serokê komê Ahmet Yildirim, parlamenter Celal Dogan, Erol Dora, Ertûgrûl Kurkçu, Feleknas Ûca, Mîthat Sancar û Hevşaredarê Bajarê Mêrdîn ê ji erka xwa hat avêtin Ahmet Turk cî digire.
“Dokumena nivîskî nîşan nedan”
Kurkçu diyar kir ku digel daxwaza wan a hevdîtinê ya bi midûrê girtîgehê re hatiye qebûlkirin jî, çûna wan a ber girtîgehê îro hatiye astengkirin:
“Nêzîkî 10 kîlometre mabû ku em bigihêjin Girtîgeha Kandirayê, li vir polîsan pêşiya me girtin.
“Gotin ku li gorî fermana ji wan re hatiye, ew ê nehêlin ti kes zêdetirî 5 kîlometreyan nêzîkî girtîgehê bibin û nehêlin çalakî û bernameyan lidar bixin. Me ji wan pirsî ku ferman ji kê hatiye û behsa çi cure çalakî û bernameyan dikin. Gotin ku ‘em nikarin ji we re bibêjin ev ferman ji kê hatiye”. Destpêkê gotina “wezîrê navxweyî” derbas bû lê paşê dest ji wê gotinê berdan”. (BK/FD)