Di van rojên ku ji hilbijartinên herêmî yên 2024an re hindik ma ye de li Sêrtê namzetên şaredariyê bi xebatên xwe ketine nav pêşbirkeke qewî. Ew serdana esnafan dikin, buroyên hilbijartinê vedikin, bi bîlboard û alayan, reklam û afîşan li nava sûkê awiran ji hev vedidin.
Min jî bi mebesta nivîsandina çavdêriyên hilbijartinê berê xwe da sûka helawciyan a meşhûr. Di nav dikanên çîtik, sifir, hesin, betanî, zêrînger û qondereyan de geriyam û li ber dikaneke betaniyan sekinîm ku xwediyê wê li ber derî, li ser kursiyekê rûniştiye.
Min silavek dayê û yekser jê pirsî, bê ka gelo derheqê hilbijartinê de çi difikire. Dema dest bi axaftinêkir, min rasterast pê deranî ku erebekî kurmancîzan e. Xwediyê dikana betaniyan, bi vî awayî hilbijartin nirxand û got: "Ebî (yek ji xîtabên erebên sêrtê ye) ji bo min tişta muhîm xizmet e. Min xizmeta di çaxê qeyûmê de dîtî ti çaxî nedîtiye. Lewma qeyûm ji kî alîyî qayîl be, ez ê raya xwe bidim wî alîyî. Heqellah! dişixulîn, ez dîrekt dibînim ku wergiyên me li me vedigerin.''
Piştî min xatir ji dikandar xwest, min dilê xwe de got nabe ku li paytexta koçeran fikir û nêrîna koçerekê jî pirs nekim. Lewma min çavê xwe li koçerên ku ji aliyê desîbela dengê xwe ve meşhûr in gerand. Min lê nihêrî ka kî bi dengekî bilind û ji xwe razî diaxive. Piştî kurtedemekê min dît ku li aliyê dinê sikakê, yek li ser lingan sekiniye û bi dengekî berz ûtinazker şerê penêrfiroşekî dike. Çûm balê. Piştî me li hal û hewalê hev pirsî û me xwe bi hev da naskirin, min dît ku tespîta min a ji ber dengê bilind di cîh de derket. Camêr koçer bû. Piştî min hema jê re got "hilbijartin", hew zêdetir hewce nekir ku ez tişteke din lê zêde bikim.
Dest bi şîrovekirina hilbijartinê kir: "Meseleyek helawa Sêrtê heye, nizanim tu dizanî an na. Yek ji hevalê xwe re dibêje helawa Sêrtê zehf xweş e. Hêvalê wî jî jê dipirse, dibêje, qey te helawa Sêrtêxwariye. Ew jî dibêje, na wele min nexwariye, lê xalê min li ser nanê yekî dîtiye. Ha meseleya me û 'seçim'an jî ev e." Piştî ku camêrê koçer meseleya xwe got, weke çawa peyva "trajîkomîk" li hemberî min bikeve şiklê insanekî hem kesereke kur kişand û hem jî di ber hino hino keniya û axaftina xwe wisa domand: "Nehiştin em hev bibînin, nehiştin çavên me bi başqanan bikevin." Dûv re camêrê koçer ez vexwendim ku em biçin bi hev re çayekê vexwin. Ji ber ku ji bo nivîsandina çavdêriyan wê çayxane gelekî bikêrî min were, min jî rasterast da pê û em çûn di nîvê çayxaneyekê de rûniştin.
"Qezencên me her li hemana ne"
Li çayxaneyê her hal ji ber hewaya xweş, ji bilî çend kalemêrên ku li ser kirîn û firotina pez diaxivîn, kes tinne bû. Min jî dêhna xwe da wan, kengê li ser namzedên mixtariyê axivîn tam di wê navê de min xwe nêzî wan kir û pirsa hilbijartinê kir. Digel ku serê pêşî kesî rengê xwe eşkere nekir jî vê paşiyê ji nav wan Xalê Cemîl xwe hinekî din nêzî min kir û got: "Wele ya qezenckirinê, em ê qezenc bikin (Qesta wî jî qezenckirinê serketina DEM Partiyê ye.) Lê ev qeyûm bûne bela û teşqele; qezencên me di nav dest û lepên vê dewletê de her li hemana ne." Û piştî me hineke din civat gerand, bi niyeta ku seriyekê li buroyên hilbijartinê bidim min berê xwe da kolana Guresê ku ev kolan li Sêrtê kolana herî navdar e.
Li wir li hemberî Buroya Jinan a DEM Partiyê leqay jineke navsere hatim ku bi baldarî li flamayên DEM Partiyê dinêrî û kûr difikirî. Min silavek dayê û sedema vî halê bi fikar jê pirsî. Di serî de çiqasî ji ber ewlehiya xwe tirsek ketibe nava dilê wê de ku ev tirs hema hema li hemû kesên ku ez bi wan re axivîm kêm-zêde peyda dibû, wisa behsa halê xwe yê bifikar kir: "Ez bi xwe raya xwe didim DEM Partiyê. Me wekî kesên ku raya xwe didin DEM Partiyê û partiyên beriya vê hatî girtin, gelek tehdayî dîtin. Lê ev 5 sal zêdetir e êdî li Sêrtê ji xeynî hinek malbatên AKPyî hemû gelê Sêrtê tehdayî û zilmiyê dibîne. Her tişt zehf giran e, ferqa pere û zibilê ji hev nemaye." Û jinikê wisa li axaftina xwe berdewam kir: "Ma ev ne zilmî ye? Yanî bi serê min nakeve çawa hê jî hinek kes raya xwe didin wan û wan biqewetir dikin."
"Zilamên xwe xistin kar"
Li ser rûniştekên ku di nîvê kolanê de hatine bi cîhkirin de li ber çavê min ket ku 7- 8 ciwan bi hev re rûniştine û kenê wan li kolanê olan dide. Min berê xwe da wan. Hemû bi awayeke ji xwe qayîl eşkere dikin ku wê raya xwe bidin DEM Partiyê lê ji bilî kesekî ku dibêje: "Heta dinya hebe ez ji ya xwe nayêm xwar, ez ê bidim AKPê." Piştî vê gotinê hevalên wî ên DEM Partîyî henekê xwe pê dikin û mehdê wî diqulibînin. Ew jî bi mehdeke qulibî sedema AKPyî bûna xwe wisa rave dike: "Wekî çawa mirov nikare insaneke ku ji her aliyî ve bêqisûr peyda bike, mirov çawa dikare partiyeke mezin ku ji her alîyî ve bêqisûr peyda bike? Helbet kêmasî hene, lê nêrîn û şixûlê wan bi dilê min in." Paşê hevalên wî ên DEM Partiyî bi min didin zanîn ku tev bêkar in û li ser vê yekê, ji nav wan yê bi navê Diyar Sevim ku havînan li cîhên turîstik garsontiyê dike got: "Qeyûmê dev ji îstihdamê berdin, hevalên me ên ku di şaredariyê de dişixûlîn jî kar derxistin û di şûna wan de zilamên xwe xistin kar."
Piştî vê ger û sihbeta li sûkê, min berê xwe da rêxistina bajarê Sêrtê ya DEM Partiyê. Çawa derbasî nava avahiyê bûm, ji merhebayan destê min tevizî, ji spasiyan devê min qerimî. Ez çûm min xwe gihand namzeta hevşaredariyê Safiye Alağaşê. Safiye Alağaşê ez pêşwazî kirim û piştî ku min xwe pê da naskirin wê dest bi nirxandina hilbijartinê kir.
"Dixwazin me bi girtinan bitirsînin''
Alağaşê, di destpêkê de li ser sedema desteserkirina xwe ya herî dawiyê sekinî û got: "Digel ku ji aliyê hiqûqî ve desteserkirin û namzedbûna min bi hev ve negirêdayî ne jî, piştî ku min eşkere kir ku ez ê ji bo Şaredariya Sêrtê bibim namzed, li ser rêya Amedê ez hatim desteserkirin. Ev desteserkirin li dijî namzetbûna min wek gef û çavtirsandinek bû" û wiha pê de çû: "Çimkî beriya ez bibim namzed hem gelek caran bêyî problem ji noqteyên kontrola polîsan re derbas bûm hem jî tişta ku ez ji ber hatim desteserkirin dosyayeke kevin bû ku min ji wê dosyayê beraet kiribû. Dixwazin me bi girtinan bitirsînin."
Alağaş, da zanîn ku digel hemû astengiyan ew xebatên xwe berdewam dikin: "Ez dema nêzikatî û samîmiyeta gelêSêrtê dibînim, li dijî zilm û zordariya ku li me tê kirin dixwazim bêhtir têbikoşim û li ber xwe bidim." Alağaşê bal kişand ser veguhestin û qeydkirina dengdêrên xeyalî yên li Sêrtê: "Ev fetl û fitûlên ber bi çav in û her kes jî dizane û ji bo vê pêwîstîbi pisporiyekê jî nîn e, meselen di saziyên dewletê yên wek Rêveberiya Şaxa Sêrtê ya Tevgera Taybet a Polîsan (PÖH) hejmara dengdêran di hilbijartinên Gulanê de 7 bûn lê niha ew hejmar bûye hezar û 989. Me ji bo vê hîleyê ku ev jîhîleyek ji hîleyên hişmendiya qeyûmparêz e serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan da (YSK) û gilî tomar kir lê weke temamê saziyên dewletê wan jî xwe kerr û kor û lal kirin. Ev yek rasterast xesp û rapeçkirina îradeya gelê Sêrtê ye."
"Hemû derfetên dewletê li dijî me bi kar tînin"
Alağaş, bi astengiyên proseya hilbijartinê axaftina xwe berdewam kir û got: "Namzetê AKPê Ekrem Olğaç, hemûderfetên dewletê çi derfetên walitiyê, çi jî derfetên qeyûmê li dijî me bikartîne. Digel ku belavkirina maeş û alikariyên madî yek ji berpirsyariyên dewletê ne jî wek lutif û qenciyekê li ser navê xwe belav dike."
Çi bûbû?
Sala 2019an dema Sêrt diket proseya hilbijartinên herêmî, qeyûmê ku sala 2016an hatî tayînkirin hê li cihê xwe bû. Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hevşaredariyê jî Berivan Helen Işık û Resul Kaçar bûn. Namzetêşaredariyê ya AKPê jî Ali İlbaş bû. Di vê Hilbijartinê de namzetên HDPê ji sedî 48ê dengan wergirtin û bûn hevşaredarêbajêr lê ji ber ku Resul Kaçar KHKyî bû ango bi biryarnameya qanûnî ji kar hatibû avêtin mazbata nedanê û di cîhê wîde bi biryara HDPê Peymandara Turan hat wezîfedarkirin. Lê sala 2020an car din qeyûm avêtin ser şaredariyên Sêrtê ûnavçeyên wê Hawêl û Misircê û tevî çend karkeran hevşaredar hatin desteserkirin û li ser navê "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "kêmxistin û piçûkxistina saziyên dewletê" doz li wan hatin vekirin û piştî demeke dirêj bi cezayên weke "zindanîkirina di malê de" û "qedexeya derketina derveyî Tirkiyê" hatin cezakirin, bi şertê kontrola edlî serbest man.
Piştî qeyûma sala 2020an li Sêrtê çi qewimî?
HDPyê piştî tayînkirina kayûman derbarê rewşê de rapor amade kirin. Li gorî daxuyanî, rapor û pêşniyaznameyên HDPyê:
- Pêşniyaznameyên HDPê yên ji bo Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ên derbarê binpêkirinên bêusûl, tevgerên dijqanûnî û zirarên kayûmî yên li pergala giştî bê bersiv hatin hiştin.
- Beriya qeyûmî deynê şaredariya ku 45 milyon TL bû, piştî qeyûmê bû 124 milyon TL.
- Projeyên beriya qeyûmê hatî çêkirin weke projeyên qeyûmê ji çapemeniyê re hatin ragihandin. Li gorî van daxuyaniyan, çandina 20 donim erdê ku li ser navê "projeya çandiniya organîk" a xebatkarên jin ên şaredariyê, piştîqeyûm hate tayînkirin, li ser navê projeya qeyûmî hat ragihandin.
- 18 malên neguhêzbar ên şaredariyê bi îhaleyan hatin firotin. Ev 18 malên neguhêzbar; 13yê wê li taxa Evrenê, 3yê wêli taxa Çalê, her du yên din jî li taxên Yağmurtepeyê û Kooperatîfê ne û bi temamî ji 23 hezar û 630 metrekareyê pêk tên.
- Karker ji kar avêtin û di şûna wan de karkerên bitorpîl hatin bi cîhkirin. Niha li gorî zanyariyan mesrefên ji bo karkerên şaredariyê tên veqetandin mehane 9 milyon TLyî zêdetir e.
- Li ser Newala Qesaba ya ku cîhê tirbên komî yên kurd û ermenan e, destur ji bo lêkirina avahiyan hate dayîn.
- Mala şînê ji Ocaxên Ulkuyê re hate veqetandin ku komeke nîjadperest e û nêzîkî MHPyê ne.
- Li ser navê çekirina rêya tramwayê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan hate xerakirin û xeta tramwayê nehat çêkirin.
- Li hawîrdor û Navenda Sêrtê bi sedan dar hatin jêkirin û firotin.
- Navenda Jinan a Berfînê û bi dehan sazî û dezgehên ji bo piştevaniya civakî hatî avakirin hatin girtin.
- Tabeleyên bi kurdî hatin rakirin û kolanên ku navê wan bi kurdî bûn hatin guherandin.
-Projeyên wek park, ofîsên muxtaran, konseyên bajêr, projeyên pirnetew, navendên şêwirmendiya jin û ciwanan, Jinkart, avakirina warên fîdanan, xizmetên veterîneriya bêheq, rêyên bisiklêtan, qursên havînan, belavkirina sendelyeyên biteker jî hin ji wan projeyan in ku hatine betalkirin.
(MK/FD)