Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgerîya Hezexê ya Sûlh û Cezayî, 9 kitêbên weşanxaneya Avestayê qedexe kirine û biryar daye ku ew kitêb dê ji firoşgehan bên komkirin.
Weşanxaneya Avestayê 23 sal in ku zêdetirî 600an kitêbên Kurdî û Tirkî weşandine. Berpirsê Avestayê, Abdullah Keskînî ji bianetê re got ji ber ku wan cihê weşanxaneyê guhertiye teblîxata biryarê derengî gihaye wan. Ew nû pê hesiyane ku ji bo 9 kitêbên wan biryara qedexekirinê hatiye dayin.
Abdullah Keskînî diyar kir ku ji bo kitêbên li Stenbolê hatîn çapkirin dadgeheka li Hezexê biryara komkirinê daye. Ji bo kitêbên şeş meh in hatine çapkirin çênabe biryara komkirinê bê dayin ev ne hiqûqî ye.
Kitêbên bi zimanê Tirkî hatîn weşandin ku piraniya wan tezên doktorayê bûne ev in:
Kan, İnançlar ve Oy Pusulaları, Cesur Adamların Ülkesine Yolculuk, Tasavvur mu Gerçek mi?, Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947, Mağdur Diasporadan Sınırötesi Vatandaşlığa mı?, Ülkemde Bir Yabancı, Çaldıran Savaşı'nda Osmanlılar Safeviler ve Kürtler, Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar, Kürdistan Bayrağının Altında ve Irak'ta Soykırım.
Depoya wê hatibû şewitandin
Di Hezîrana 2016ê de depoya Avestayê ya li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê hatibû şewitandin.(ŞA/MB)