Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Makeqanûnê ya Iraqê biryar da ku “referandûm ne li gor Makeqanûnê ye” serokwezîrê Hekêma Kurdistanê(Iraq) got: “referandûm dê di 25ê Îlonê de bê kirin.”
Berdevkê dadgehê Iyas Samûkî eşkere kir, doz hatine vekirin ku diyar dikin referandûm ne li gor Makeqanûnê ye û heta encama dozan neyê eşkerekirin çênabe referandûm bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî: Referandûm dê bê pêkanîn
Piştî biryara dadgehê serokwezîrê Herêma Kurdistanê-Iraq demildest bersiv da.
“Heta niho ji bo paşdedana Referandûma li Herêma Kurdistanê ti biryar nehatine dayin. Ji bo birêvebirina pêvajoyê Lijneya Bilind a Referandûmê hatiye pêkanîn û divê ew biryaran bide. Li gor biryara heyî Referandûm dê di 25ê Îlonê de bê pêkanîn.”
Çi bûbû?
Di Hezîrana 2017ê de serokê Herêma Kurdistanê-Iraq dabû zanîn ku ji bo serbixwebûna Kurdistanê referandûm dê bê kirin.
serokwezîrê Iraqê Heyder El Ibadîyî jî eşkere kiribû ku referandûm ne li gor qanûnan e.
Parlamentoya Iraqê pêkanîna referandûmê red kir. Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna referandûmê da.(HK/MB)