Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûn bo karê cidî, piştevaniya Mistefa Kazimî bo posta serokwezîriya Iraqê dike.
Nêçîrvan Barzanî daxwaza rêkevtina hemû aliyan li ser mekanîzmekê bo pêkanîna hikûmeta federalî kiriye û gotiye: “Ev rewşa zehmet û dijwar ku welatê me yê ezîz tê re derbas dibe, ji me tevan dixwaze ku em nakokiyên xwe bidin alî, û di demeke herî nêzîk de li ser mekanîzmekê ji bo pêkanîna hikûmeta federalî li gor destûrê û li ser bingeha lihevkirineke rasteqîn li hev bikin, ku seqamgîrî û bihêziya hikûmetê di cîbicîkirina erkên xwe de misoger bike.”
Nêçîrvan Barzanî, “rûbirûbûna metirsî û qeyranên ku rûbirûyê Iraqê bûne, wek giringtirîn erkê hikûmeta nû” bi nav kiriye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê bi piştgiriya hemû aliyan wek “karekî pêwîst” nirxandiye û wiha gotiye: “Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî ya bi vê armancê, pêkanîna hikûmeta nû bi piştgiriya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dibîne, ji ber wê yekê jî em pêşwazî li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî bo posta Serokwezîriya hikûmeta federal ji aliyê hêzên siyasî yên pêkhateya Şîe ve dikin.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza piştevaniya hemû aliyan bo Kazimî û pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî kiriye: “Em daxwaz ji hemû aliyan jî dikin, piştevaniyê bikin daku di zûtirîn dem de erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.”
Di demekê de ku Ednan Zurfî bi awaykê fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, piraniya aliyên Şîe li dijî wî helwest wergirtine û herî dawî ragihandine, ku ew piştgirî li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikin.
Mistefa Kazimî, Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye û pêştir egera berbijêrkirina wî rastî nerazîbûn û dijatiya aliyên Şîe hatibû, lê niha helwesta partiyên Şîe yên Iraqê hatiye guhertin. (FD)
Çavkanî: Rûdaw