Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.
Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Casineyê çekên xwe danîn. Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Li gorî nûçeya Rûdawê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê merasîma çekdanînê ya PKKyê de daxuyaniyek belav kir:
"Em pêngava îro ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê pêşwazî dikin. Ev merasîm li Herêma Kurdistanê, bi amadebûna serkirdayetiya DEM Partiyê, nûnerên Herêma Kurdistanê û hejmareke siyasetmedar, kesayetî û dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê birêve çû. Em piştrast in ku ev pêngav dê pêvajoya aştiyê bibe qonaxeke nû û dê pêngavên din ên pratîkî li pey xwe bîne ku pêvajoyê ber bi arasteyeke rast ve bibin."
"Her bi vê boneyê, em pabendiya xwe ya tam a bi berdewamiya hemû piştevanî û piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ducare dikin. Di vê çarçoveyê de em wekî her carê amade ne ji bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hêsankariyên pêwîst û cîbicîkirina her erkekî ku bikeve ser milê me."
"Em spasiya xwe, pêzanîn û destxweşiya xwe ji bo Cenabê Serok (Recep Tayyîp Erdogan) û ji bo destpêşxerî, piştgirî û hewlên wî yên ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ducare dikin. Her wiha em bi rêzdarî li rola Rêzdar Bahçelî û Ocalan û hemû kesên ku ji bo serkeftina aştiyê kar dikin dinêrin."
(AY)
