Nêçîrvan Barzanî: Biryara PKKyê dê li herêmê rûpeleke nû veke
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê peyamek belav kir. Barzanî got ku ew piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirinê û danîna çekan û ev biryar dê rûpeleke nû li herêmê veke.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
PKKê fesixkirina xwe aşkere kir
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Em piştgiriyê didin biryara PKKyê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike.
Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike.
Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar bê bersîvdan.
Ev zemîneyeke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe.
Tevî pêzanîn û spasdariya ji bo rola Serok Erdogan ya piştgirîkirin û hewlên wî yên ji bo serxistina vê pêvajoyê, em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her tim piştgiriya hemû hewlên ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane dike û em hêvîdar in ku ev destpêşxerî bibe xala guhertineke yekcarî.
Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî."
(AY)