Ji Hilbijartinên 14ê Gulanê re tenê çend roj mane û namzetên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û Kurdistanê li bajar, navçe, gund û taxan xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşînin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyûz niha li herêma 2emîn, ji rêza 1em namzetê bajarê Bursayê yê Partiya Çep a Kesk e.
HDPê di hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an de li bajarê Bursayê parlementerek derxistibû. Piştî ku hilbijartina 7ê Hezîranê betal bû, di 1ê Çiriya Paşiya heman salê de carekê din hilbijartin pêk hat û di wê hilbijartinê de HDPê tu parlamenter dernexist.
Namzetê Bursayê Necdet Îpekyûz derbarê xebatên xwe yên hilbijartinê bi bîanet kurdiyê re axivî.
“Pirsgirêkên welatiyan hevpar in."
Parlementerê Êlihê yê HDPê û niha ji namzetê Bursayê Necdet Îpekyûz, diyar kir ku bajarê Êlih û Bûrsayê hem di warê aborî û ekolojiyê de dişibin hev û got:
“Bursa û Êlih ji ber ku bajarên pîşesazîyêne dişibin hev. Ev her du bajar jî di nav hewaya herî qirêj de ne. Ji ber ku hem bajarên bi dar û ber in ye û hem jî bajarên pîşesazî ne. Lê sedema vê jî ew e ku têra xwe nayên parastin. Pirsgirêkên welatiyan yên weke mijarên wekhevî û xizanî hevpar in. Hema bêjên li hemû bajaran qadên çandiniyê talan dikin û dixwazin di wan qadan de bajarokên nû ava bikin. Lê ev nêzîkatî li hemberî karesatên xwezayî bêparastin dimînin. Hem li Bursayê hem jî li Êlihê jiyan her ku diçe dijwartir dibe. Lê ji ber ku Êlîh bajarekî Kurdan e, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Êlih ev demeke dirêj e ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin.”
"Dixwazin li vî bajarî bi cûdaxwaziyê desthilata xwe bidomîne"
Îpekyûz destnîşan kir ku dema ew li Bursayê xebatên hilbijartinê dimeşîne, tişta ku herî bala wî kişandiye xizanî ye û weha got:
“Dema ku em bi welatiyan re di axivin, berê her tiştî ji me re behsa pirsgirêkên xwe yê xizanî û hejariyê dikin. Di nava gel de bê van pirsgirêkan, pirsgirêkên weke cihêkarî û zimanê cûdaxwaziyê hene. Lê Bursa ew bajare ku deriyên xwe ji her kesî re vedike, ji hemû kesên ji Balkanan, Behra Reş, Serhat, Garzan û Amedê tên re vedike. Desthilat dixwaze li vî bajarî desthilatdariya xwe bi zimanê cûdaxwaz û bi nêzîkatiyên nîjadperestî bidomîne. Gelê Bursayê ji vî zimanê cihêkar acîz bûye. Dema ku gelê Bursayê biçe ser sindoqan dê bersiva vî zimanê cihêkar bide.”
“AKPê ji ber rewşên neyînî li gelek cihan dengên xwe winda kir û MHPê jî piştî bûyera Sînan Ateş ku di 30ê Kanûna 2022an de li Enqereyê hat kuştin bawerî û îtîbara xwe di nava gelê Bursayê de winda kir. Partiya Çep a Kesk li tevahiya welêt wê dengên xwe ê zêde bike. Çavdêriyên me di vî alî de ne.”
"Dengên ku me windakir em ê dîsa bistînin"
“Di hilbijartina 7ê Hezîranê de em bi rastî bi ser ketin. Lê AKPê ji bo ku piştî 7ê Hezîranê desthilatdariyê xwe bidomîne, Bursa weke du herêm ji hev cûda kir. Bi taybetî ji bo ku dengên Kurd, Elewî û Çepgiran belav bike, 11 navçe dan ser Herêma dûyemîn û 6 navçe jî dan ser Herêma yekemîn. Ên ku Bursaya bi dar û ber qirêj kirine wê hesabê vê bidin. Bi vê hilbijatinê dengên ku me di 7ê Hezîrana 2015an de bi dest xistibûn, em ê dîsa bistînin."
"Partiya Çep a Kesk wê bersivê bide vê talankariyê"
Îpekyûz da zanîn ku gelê Bursayê li hemberî nîjadperestî û xizaniyê dê bi sindoqan bersivên xwe bidin û wiha got: “Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinê xeta sêyemîn e ku hemû rengan di nava xwe de dihewîne û wek hêzeka alternatîf tê dîtin. Em ê bersivê bi Partiya Çep a Kesk bidin wan kesên ku Bursayê wêrankirine. Em ê ji hemû pirsgirêkên Bursayê bibin çare û bînin meclîsê. Armanca me ew e ku em Bursayê veguherînin bajarekî hêşîn, azad û aramtir. Em ê bi partiya xwe dîsa Bursayê kesk bikin.”(SY/AY)