Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorî ya Serdozgeriya Komarî a Îzmîrê ji bo îfadeyê bang li Fehîme Poyraz û Abdullah Poyraz, dê û bavê Denîz Poyrazê kiriye. Denîz Poyraz di 17ê Hezîranê de di êrişa ku li dijî Avahiya Îzmîrê ya HDPê de ji aliye Onûr Gencerî de hatibû qetilkirin.
Di danezana ku serdozgeriyê ji malbatê re şandiye de hatiye diyarkirin ku ““weke gilîkar dê îfadeyên wan were girtin”.
Îro (24ê Îlonê) di saetên sibê de Fehîme Poyraz û hevjînê wê Abdullah Poyraz wê ji bo îfadeyê biçe serdozgeriyê. Pêş kû biçin îfadeyê Fehîme Poyraz bi bîanetê re axivî.
“Keça min bi guleyekî nehat kuştin”
Fehîme Poyrazê destnîşan kir ku ew bawer nakin ku Gencerî êriş bi tena serê xwe pêkanî be û got,
“Li holê kujerek heye lê hê jî doz nîne. Ev ne tiştek e ku kujerek bi tena serê xwe bike bêyî ku kesek li pişt wî nebe, newêre bitenê bike. Dest û piyê xwe li ba dike û dikeve hundir, hema li beramber çadir heye û li ber çadirê polîs sekinî ne.”
“Dengê çekan tên, lê polîs nahêlin kes têkevin hundir. Dibêjin ‘Şer heye’. Keça min bi guleyekî nehat kuştin, gule lê tê reşandin, êşkenceyê li bedena wê ya mirî dike, qirika wê dibire. Bi serê wê ve birîna kêrê hebû. Ev plankirî nîne çi ye îca?”
"Êrişkar difikire ku bi gotina “psîkolojiya wî xerap bû” ji ceza girtinê rizgar bibe. Ez dev ji doza keça xwe bernadim. Heke ez bizanibim min dikujin jî ez dev jê bernadim. Ez dixwazim ne tenê kujer, bila yê ku diparêze jî yê ku piştevaniyê dike jî were dadgehkirin” (RT/AY)