Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêlîn Hasret Şen dema ku di 12ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, bi dayika xwe re diçû firinê û bi guleya ji wesayîta zirxî ya polîsan hatibû avêtin, can dabû.
5emîn danişîna doza têkildarî mirina Hêlîn Hasret Şena 12 salî, duh (18ê Gulanê) li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Di dozê de polis Abdûllah E. bi îdiaya ku “Helîn Hasret Şen bi zanebûn kuştiye” tê dadgehkirin. Di danişînê de daxwaza girtina polîsî hat kirin lê heyeta dadgehê, bi hinceta “delîl hatine berhevkirin û gumana reva bersûc tune ye” red kir. Dadgehkirin wê di 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2023an de dewam bike.
Nazmiye Şen ev 8 sal in ji bo keça xwe ya hatiye kuştin, têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Şenê, ji bianetê re behsa têkoşîna edaletê ya 8 salan kir.
"Ez tenê edaletê dixwazim"
Dayîka Hêlîn Şenê, nerazîbûna xwe li dijî biryara taloqkirinê ya heyeta dadgehê nîşan da: “Her roja ku em tên dadgehê, em wê rojê, wê kêliyê careke din, ji nû ve, bi awayekî zindî dijîn. Armanca wan ew e ku em wê rojê ji nû ve bijîn. Ev 8 sal in ku xew neketiye çavê min. Beriya her dozê bi rojan ranakevim û her carê jî dibêjim ew ê dîsa taloq bikin û wisa jî bû. Kujerê keça min di her dozê de tê dadgehê û bêyî ku bê girtin tê darizandin. Niha min ev rewş ezber kiriye. Lê em hê jî têdikoşin. Ez bi hêvî me ku di dawiyê de kujerê keça min bê darizandin. Hûn dizanin ji bo dayikek çiqas zehmet e ku dema ewqas êş û kelem dikişîne û di heman demê de jî hewl dide li ber xwe bide.”
"Ez nikarim hêrsa xwe vebêjim"
Şen bi bîr xist ku lêpirsîn piştî mirina keça wê, bi salan hat vekirin û wiha dewam kir: “Ji bo 4 salan biryara nepenîtiyê hat dayîn. Dema zarokek tê kuştin, malbat jî ne hewce ye ku gilî bike, tavilê sûcdar derdixin dadgehê. Ger kujer nepolîs bûya, eger ew welatiyekî ji rêzê bûya, ji ber kuştina zarokekê 12 salî rasterast cezayê miebetê digirt. Divê edalet ne li gorî unîformayê be. Ev 8 sal in ji ber unîformaya sûcdarî ez şer dikim. Kujerê keça min her ku bi rêya SEGBİSê tev li mahkemê dibê, wisa bi hêsanî diaxive.. Te zarokek kuşt. Bi rastî jî, ez nikarim hêrsa xwe, hestên xwe vebêjim. Êşeke gelek zehmet e."
"Bila dûrî zarokên me bin"
Şenê da zanîn ku piştî Hêlîn gelek zarokên kurd hatin kuştin û wê ev pirs kirin: “Em hemû xwedî heman êş û çîrokê ne. Kurdbûn gunehê zarokên me ye? Ku keça min ne kurd bûya dê bihata kuştin? Ger ne li Sûrê bûya dê bihata kuştin?
“Mafê tu kesî nîne ku zarokên me ji me dûr bixe û hesta dayîk û bavîtiyê ji me bidize. Ez ji bo hemû zarokan şer dikim. Dosyaya ku ewil hat vekirin a keça min bû. Weke dayikekê, ez dibêjim xwezî ya dawî tenê Hêlîn buya, lê mixabin her sal zarokên me tên qetilkirin. Ger kiryar bê darizandin, qetnebe ew e zarokeke din nekuje. Tenê ev tişt hêzê dide min. Heger pergala darazê hebûya, ewqas zarok nedihatin qetilkirin. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Hêlînê ye, ji bo hemû zarokên ku hatine qetilkirin e. Êdî bes e, bila dûrî zarokên me bin.”
Şenê piştî bi gotina “Eger Hêlîn niha bijiya, wê bibûya keçeke ciwan a 21 salî “ da zanîn ku, ev pêvajo ji bo zarokên wê yên mayî jî ne hêsan bû: “Zarokên min piştî mirina Hêlînê, 6 salan piştgiriya derûnî wergirtin û derman bikar anîn. Zarokên min ji xwîşka xwe bûn, ji taxa ku lê çêbûn û mezin bûn, ji dibistanê ji hertiştî bûn. Kurê min piştî Hêlînê psîkolojiya wî xirab bû û nekarî biçe dibistanê. Me ne tenê keça xwe winda kir. Me mala xwe, tenduristiya xwe winda kir. Tevî van hemûyan jî em ê têkoşîna jiyanê bidin.
“Eger ez bi nexweşiya Alzheimerê jî bikevim, ez her tiştî ji bîr jî bikim, navê xwe jî ji bîr bikim, lê ez ê Hêlîn û êşa wê tu carî ji bîr nekim” Piştî van gotinan Şenê, bang li sûcdarê keça xwe kir û got:
“Te keça min nas dikir? Te xeyalên wê dizanibû? Te keça min bi çi sedemê ji dê, bav, xwişk û birayên wê girt? Ma tu ji zaroka 12 salî ku hê nû ji xew şiyar bûbû, terlika dayika xwe kiribû lingê xwe biçe firinê nan bikire, ditirsî? (RY/FD)