Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku Mûstafa Dogan Înal, parêzerê berê yê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî giliyê wê kiribû û bi tohmeta heqaret kiriye û buxtanan dike, doz lê hatibû vekirin, berpirsa berê ya weşanê ya bianetê Nazan Ozcan duh li Dadgeha 34an a Asliye Cezayê ya Stenbolê hate dadgehkirin.
Ozcan ji ber nûçeya bi ser navê “Doz li rojnamegeran vekirine ku nûçe li ser îdiayên derbarê bertîldayîna parêzerê Erdoganê de weşandina” tê dadgehkirin. Nazan Ozcan û parêzera wê Merîç Eyûboglû beşdarî danişînê bûn. Mûstafa Dogan Înal beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wî Omer Faruk Karaguzel beşdar bû.
Ji İleri Haberê Îzel Sezer jî doz şopand ku Mûstafa Dogan Înalî giliyê wî jî kiribû û doz lê hatibû vekirin. Dozger dixwaze ku Sezer bi 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê bê cezakirin. Piştî danişînê, Sezer çû salona Dadgeha 33yan a Asliye Cezayê ya Stenbolê ku lê tê dadgehkirin.
Piştî diyarkirina nasnameyê, dadgehkirinê destpê kir. Ozcanê behsa belavoka berpirsiyarî û mafên rojnamegeran a Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) kir û got: “Berpirsiyariya rojnamegeran heye ku bibe dengê kesên mexdûr, bêhêz, xizan, yên din û ‘nikarin dengên xwe bidin bihîstin’. Ez 25 sal in rojnameger im. Min karê xwe her bi vê berpirisyariyê meşand. Aliyê min yê bindestan e, ne yê xurtan e. Ji ber wê ez baş dizanim ku îro ez li vir im.”
Ozcanê diyar kir ku ew tohmetan qebûl nake û wan red dike.
Dadwerî mijara dozê fam nekir
Piştî axavtina Nazan Ozcanê, dadwerî doza ku li Îzel Sezer û Dogan Ergunî pirsî. Ozcan û Merîç Eyûboglûyê behsa dadgehkirina ku li Dadgeha 33yan a Asliye Cezayê ya Stenbolê birêve diçe, nûçeyên di İleri Haberê de hatine weşandin û îdiayên derbarê Mûstafa Dogan Înalî de vebûne, kir.
Merîç Eyûboglûyî got, “Ji ber nûçeyeke ku serûbinê wê 2-3 paragraf in, em li beramberî we ne. Di nava ewqas dosyeyan de hûn bi vê dosyeyê jî mijûl dibin. Têkiliya nûçeya navborî bi kesayetiya gilîkarî re nîne. Du rojnamegeran derbarê gilîkarî de nûçe çêkirine, doz li wan hatiye vekirin û derbarê çêkirina vê dozê de ye. Ne hîmên sûcî yên heqaretê ne jî yên buxtanê pêk nehatine. Em dixwazin biryara beraetê bê dayîn.”
Parêzerê Înalî, Omer Farûk Karaguzelî jî diyar kir ku, ew di gilîkirina xwe de berdewam in û dixwazin doz qebûl bibe. Karaguzelî gotiye ku rûmet û şerefa miwekilê wî bûye mijar û behsa dadgehkirina Sezer û Ergunî kir. Lê têkiliya di navbera herdu dosyeyan de bi rengekî aşkere nekarîbû vekira.
Li ser vê rewşê, dadwerî ji Karaguzelî xwest ku axavtina xwe nivîskî pêşkêş bike. Dadgehê pejirand ku Înal beşdarî dadgehkirinê bibe. Doz wê 22yê Adara 2023yê dewam bike.
Dadgehkirina Îzel Sezer û Dogan Ergunî
Ji İleri Haberê Îzel Sezer û Dogan Ergun jî li Dadgeha 33yan a Asliye Cezayê cara çaran derketin pêşberî heyeta dadgehê. Dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasa dosyeyê de pêşkêş kir.
Dozgerî xwest ku herdu rojnameger bi 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê bên cezakirin. Ji bo herdu rojnameger li dijî daxwaza dozgerî parastina xwe amade bikin, biryar da ku dadgehkirin di 14ê Adarê de dewam bike. (HA/FD)