Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Çavdêriya li Mafên Yeksan rapora xwe ya bi navê “Li Tirkiyeyê Nêrîn/Cûreyên-Kirdarên-Berfirehiyên Cûdaxwaziyê” belav kiriye. Lêkoler Seçîl Dogûç û Cem Ozatalayî ji bo amadekirina raporê li 26 bajaran bi 1064 kesî re axivî ne.
Li gor raporê ji sedî 23,1 kes dibejin ku li Tirkiyeyê cûdaxazî berfireh e, ji sedî 30,3 kes dibêjin cûdaxwazî nîne û ji sedî 46,8 jî dibejin cûdaxwazî hinekî berfireh e.
Kesên ku dibejin cûdaxwazî li Tirkiyeyê berfireh e, ji sedî 38,4ê wan di malê de bi zimanekî dî diaxivin, kesên ku di malê de bi zimanê Tirkî diaxivin, ji sedî 42.4ê wan dibêjin cûdaxwazî li Tirkiyeyê ne zêde ye.
Mêrên mûhafazakar û netewperest ên beşdarî raporê bûne, diyar kirine ku li Tirkiyeyê jin ji ber sergirtina xwe rastî cûdaxwaziyê tên. Her weha gotine ku, misilman li cîhanê rastî cûdaxwaziyê tên.
Cûdaxwaziya li dijî kurd, LGBTI û penaberan weke hev e
Lê kesên mûxalif destnîşan kirine ku ew ji hêla siyasî ve rastî cûdaxwaziyê tên. Lê li gor raporê, dema mijar dibe kurd, LGBTI û penaberên sûriyeyî, komên mûhafazakar û netewperest dibin yek deng.
Kesên ku dibêjin cûdaxwaziya bi sedema etnîsîteyê ji sedî 25,28e, lê ji sedî 49,14 dibêjin cûdaxwaziya ji ber etnîsîteyê nîne. Ji sedî 26,59 kes dibejin gelek caran em ji ber mijara ol(ayîn)î rastî cûdaxwaziyê hatine, ji sedî 21,43 dibeje carnan û ji sedî 51,97 jî dibeje ji ber ol em rastî cûdaxwaziyê nehatine.
Ji bo penaber û koçberan jî ji sedî 36,28 kes dibeje penaber rastî cûdaxwaziyê tên, ji sedî 26,20 dibeje carnan û ji sedî 35,52 jî dibêje penaber rastî cûdaxwaziyê nayên.
Di encama lêkolînê de derketiye holê ku hejmara kesên dibêjin jin rastî cûdaxwaziyê tên, gelek in. Ji sedî 41,64ê dibêjin jin ti caran rastî cûdaxwaziyê nayên. Ji sedî 10,15ê dibêjin car caran cûdaxwazî li hemberî jinan çêdibe.
Ji bo LGBTIyan jî ji sedî 45,86 kes dibêje rastî cûdaxwaziya nayên, ji sedî 36,28 kes dibêje bi her awayî rastî cûdaxwaziya tên û ji sedî 17,86 jî dibêje carnan rastî cûdaxwaziyê tên.
Beşdaran li ser pirsa “hûn xaniyê xwe bi kirê nadin kê?” di bersivên xwe de gotine penaber/koçber û LGBTI. Rêjeya van weke hev derketiye. Bi gotinên weke “Wê zerarê bidin xaniyî”, “Wê ne diyar be bê kî tê taxê û kî diçe” û “Wê bê-exlaqî zêde bibe” hincetên xwe nîşan dane. (EA/EMK/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye