Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê ajansa jinan ya yekem ku hatiye damezirandin JINHA ye û di vê warî de ji bilî wê ti ajans nîn e.
Serokatiya Ragihandina Telekomînîkasyonê (TIB) cara 6an navnîşana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) asteng kir.
JINHA cara yekemîn piştî ku di 24ê Tîrmeha sala borî de ji nû ve şer dest pê kir ligel malperên kurd yên din ew jî hatibû qedexekirin.
Astengiyên li dijî JINHAyê ji 24ê Tîrmeha 2015an vir dewam dike.
JINHAyê herî dawî bi ser navnîşana ‘jinhanews.com’ê weşana xwe pêkdianî. Piştî ku ew navnîşan jî hat qedexekirin JINHAyê biryar daye ku bi ser navnîşaneke nû ve weşana xwe bidomîne.
Li gorî agahiyên JINHAyê navnîşana ‘jinha.win’ nû hatiye vekirin û bi ser wê weşan tê kirin.
(NV/YO)