Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Komeleya Mafên Mirovan (IHD), ji ber ku gef li Hevserokê Şaxê Colemêrgê yê komeleya wan, Yûsûf Çobanoglûyî hatiye xwarin, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Li gorî daxuyaniyê, hinekan bi jimareyeke taybet telefonî Çobanoglûyî kiriye û jê re gotiye, “Em ê te û yên mîna te paqij bikin. Em ê kesên ji rêxistinê yên mîna te hemûyan kom bikin. Ji navendê ji me re behsa te kirin, hindik ma” û gef lê xwariye.
“Zextan li qada mafên mirovan dikin”
IHDyê di daxuyaniyê de gotiye ku polîtîkaya gefxwarinê û zext û zorên bi destê darazê yên li endam û rêveberên komeleyê û her weha li mafparêzan tên kirin, bêhtir bûye:
“Em careke din dibêjin ku em serî li ber zext û zoran natewînin û em zext û zor, tacîzkirin û gefên li mafparêzan tên kirin û xwarin, şermezar dikin. Em dixwazin ku kesên gef li Yûsûf Çobanoglûyî xwarine demildest bên diyarkirin û kar û barên hiqûqî yên pêwîst û berfireh bê kirin.” (AS/FD)