Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Navenda Giştî ya Polîsên Stenbolê, bi daxuyanîyeka nivîskî dîyar kir ku polîsan ji bo girtina gumanbarekî, [polîsan] bi ser mala Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Fîgen Yûksekdagê de girtiye.
Navenda polîsan dîyar kiriye ku ti lêgerîn û lêpirsînên ji bo Fîgen Yûksekdagê û mêrê wê nînin.
Navendê li daxuyaniya xwe weha nivîsîye:
‘’ Fadîme Ç. kiryarên terorî di rêxistineka çepgir de dike, [polîsan] bi mexseda girtina wê bi ser malên ew bikare biçe wan deran de girtine. Lê bi operasyonê ew kesa berbehs li navnîşana hatî diyarkirin nehatiye dîtin.’’
‘’ Hat zanîn ku Fadîme Ç. digel hevseroka HDPyê Fîgen Yûksekdag Şenoglû, mêrê wê S.Ş. û keseka dî ya bi navê E.O. li wê malê mane lê belê li dema operasyonan [Fadîme Ç.] nehatiye wê malê.’’
‘’ Li gor agahiyên wan kesên li malê, li odaya [Fadîme Ç.] lê mayî hûrûmûrên wê yên taybet û pasporta wê hatiye dîtin. Hatiye piştrastkirin ku ew navnîşana ew kesa armanc ew bû bê girtin li wê navnîşanê maye.’’ (EKN/MB)