Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xelata Azadiya Hizir û Îfadeyê ya Ayşenûr Zarakoluyê 16 sal in ku tê dayin, îsal xelat dê ji bo “aştiyê” bê dayin.
Xelat dê îşev siet 19.00ê li Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan bêne dayin. Li gor daxuyaniya komîsyona xelatdanê ya Komeleya Mafên Mirovan, xwediyên xelatan ev in:
* Ayşe Çelik (Ayşeya dersdar). Li ser navê her kesên ku dibêjin “bila zarok nemirin û dayik negirîn.”
* Selahattin Demirtaş. Li ser navê wekîl û wan kesên hilbijartî yên girtî.
* Onur Hamzaoğlu. Li ser navê wan bijîşkên ku ji ber ku aştî xwestine hatine girtin.
* Murat Sabuncu. Li ser navê rojnamegerên di bin zext û zordariyê de ne.
* Sezin Uçar. Li ser navê parêzerên girtî.
* Boğaziçi Üniversitesi öğrencileri. Li ser navê hemî xwendekarên girtî.
* Özgürlükçü Demokrasi Gazetesi. Li ser navê rojname û saziyên medyayê yên hatînn girtin.
* Hasan Ceylan. Li ser navê hemî mafparêzên girtî û di bin zext û zordariyê de ne.
Ayşenûr Zarakolu
Yek ji nivîskar, weşanger û mafparêzên tirk e ku bi wêrekîya xwe dihat nasîn. Di sala 2002yê de koça dawî kiriye. Ew yek ji avakerên weşanxaneya Belge bû. 16 sal in ku Komeleya Mafên Mirovan li ser navê wê Xelata Azadiya Hizir û Îfadeyê tê dayin.
(AS/MB)