Koma Meclîsa HDPê ya Şaredariya Bazîda Agiriyê bi biryara ku di 6ê Îlon de girtinê, navê Denîz Poyrazê û Malbata Dedeogûllari li du taxên nû kirine.
Koma Meclîsa HDPê ya Şaredariya Bazîda Agiriyê bi biryara ku di 6ê Îlonê de girtine, bi dengên zêde, navên 7 taxên ku nû ji îmarê re vebûne, diyar kirine.
Meclîsa Şaredariyê, navê Denîz Poyraza ku di êrîşa li dijî Rêxistina HDPê ya Îzmîrê de miribû, li taxekê kiriye û navê malbata Dedeogullari ya ku li Konyayê di êrişek nijadperest de 7 ferdên wan hatin qetilkirin jî li taxekê kiriye.
Taxên din yên ku nav li wan hatine kirin wiha ne:
Serhat, Ararat, Bûrhan Karatay, Zîlan û Tendurek.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya