Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alexei Navalny, diyartirîn dijberê Vladîmîr Pûtîn, Serokê Rûsyayê ye bi jehrê ketiye û ew birine nexweşxaneyê.
Kira Yarmish, Berdevka Navalnyyî aşkere kiriye ku Alexi Navalny bi gumana jehrîkirinê birine nexweşxaneyê.
Yarmishê diyar kiriye ku Navalny di dema firînekê de nexweş ketiye û balafira wî bilez û bez daketiye Omskê. Li gorî gotina Yarmyshê ew bi guman in ku hinekan tiştek xistibin nav çaya wî.
Çavkaniyeke ji nexweşxaneyê ji Ajansa Nûçeyan a Tassê mijara jehrîkirinê piştrast kiriye. Li gorî zanyariyên destpêkê Navalny li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.
Navalnyê 44 salî yek ji diyartirîn dijberê Vladîmîr Pûtînî ye.
Navalnyyî referandûma ku di meha Hezîranê de hatibû kirin weke “derbe” binav kiribû.
Reform û guhertinên di encama referandûmê de hatibûn kirin rê li ber wî tiştî vedike ku Pûtîn wê bikaribe du serdemên din weke serok li ser wezîfeyê be. (PT/FD)