Fotograf: SpaceX
NASAyê roketeke şîrketa SpaceXê şandiye fezayê. Di roketa bi navê Crew-1ê de yek jê japonî 3 amerîkî, 4 astronot hebûne.
Roketa Falcon 9 roja yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Fezayê ya Kennedy-î ya li eyaleta Floridayê hatiye rêkirin.
Rêwîtiya roketê wê 27 saetan bajo û roket roja duşemê bi dema herêmê saet 23.00yan dê bigihîje Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).
Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî wê 6 mehan li ISSê bimînin.
Wesayîta fezayê Dragon a SpaceXê cara ewil meha gulanê ji bo ceribandinê astronotên NASAyê Robert Behnken û Douglas Hurley biribûn ISSê. (FD)
* Çavkanî: AA