NASAyê ji Marsê fotografê Dinya û Venusê kişandiye
Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) aşkere kiriye ku wan ji Marsê fotografê Dinya û Venusê kişandiye.
![NASAyê ji Marsê fotografê Dinya û Venusê kişandiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/225/864/original/rover-overlay.jpg)
Fotograf: NASA
Curiosity, wesayîta keşfê ya NASAyê ku li ser keşfan dike, li ser Marsê fotografê Dinya û Marsê kişandiye. Di wê demê de roj diçû ava û Dinya û Venus di fotografî de weke du xalên diçûrisin xuya dikin.
Curiosity ku di 2011an da firandin fezayê, di 2012an da li ser Kratera Galeyê ya Marsê danî bû.
Robota gerok 8 sal e xebatên keşfe dike û di vê maweyê da gelek delîlên ku jîndarên mîkrobiyolojîk li Gerstêrka Gevez jiyane, berhev kiriye. (FD)
*Çavkanî: AA