Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne: Antinio Faccilongo
“Ji ber ku cihê destavê nîne, penaberan çar singên ji bambûyan li erdê çandine û dora wan bi naylonê girtiye her kes ji bo destavê diçe wê derê. Pîsîya mirovan(gû û mîz) diçe di newal û dolikên biçûk de. Deh metreyan nêzîkî cihê destavê xelk avê ji wan newalan vedixwin.”
Bixwîne - Di salekê de li Sûriye û Yemenê bombe li 77 nexweşxaneyan hatine dayin
Yek ji Bijîşkên Sînornenas, Kate White koordinatora Alîkariya Bilez ya Tibbî ye. Wê ev gotin ji bo dîyarkirina rewşa penaberan gotin.
Whiteyê got:
“Divê bilez em hewceyîyên wan pêk bînin. Divê em û saziyên dî yên li vê derê dixebitin bi hevahengiyê bixebitin. Heke em nekin dibe ku karesateka civakê pêk bê.
Bixwîne - Ji 22 bajarên Yemenê, li 19 bajaran nexweşiya Kolerayê belav bûye
“Bebikek niho li nik me ye. Wê ew qasê kêm xwarin xwariye û av vexwariye ku guheriye em nikarin bizanin ka ew çend salî ye.
“Qasî ku em dizanin malbata bebikê nîne.
“Dema ez dihatîm vê derê di rê de xelkê behsa tiştên hovane yên hatîn serê wan ji min re gotin.”(AS/MB)