Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzedê Tifaqa Milletparêz Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Çukurambara Enqereyê li Dibistana Arjantînê denge xwe bikaraniye.
Kiliçdaroglu piştre daxuyanî daye rojnamegeran û wiha gotiye:
“Ez hemû welatiyên xwe vedixwînim ser sindoqan. Bila dengên xwe bikar bînin û pişt re jî xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji bo ku ji zextan xilas bin, ji desthilatdariya otorîter xilas bin, ji bo demokrasiya rast were vî welatî ez hemû welatiyên xwe vedixwînim ser sindoqan.”
Namzetê Tifaqa Cûmhûr, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan jî li Ûskudara Stenbolê li Dibistana Navîn a Saffet Cebî denge xwe daye.
Erdogan piştî denge xwe bikaraniye ev daxuyanî daye:
“Ev cara yekem e ku em dibin şahidê hilbijartinên du tûrî. Tûra yekemîn di 14ê Gulanê de pêk hat. Em îro tûra duyemîn dikin. Tenê du namzet hene. Û ji ber ku gelê me dê dengê xwe bide van her du namzetan, ez bawer dikim ku dengdana îro dê pir zû bi dawî bibe.(AS/AY)