Li Îranê 14mîn hilbijartina serokomariyê wê pêk were. Îran di 28ê Hezîranê de wê serokomarê xwe yê nû hilbijêre. Li gorî medya Îranê propagandaya hilbijartinê îro destpê dike.
Li Îranê 80 kesan ji bo namzetiya serokomariyê serlêdan kirin. Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê tenê navê 6 kesan pejirand.
Li gorî vê yekê tenê namzetiya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî hatin pejirandin.
Li gorî destûra bingehîn a Îranê heke serokomar li ser wezîfeya xwe nemîne divê komîteyek were avakirin û Serokê Parlamentoyê, Serokê Desthilata Dadweriyê û Alîkarê Yekem ê Serokomariyê heta 50 rojî serokomarekî nû hilbijêrin.
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.
Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.