Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Namzetên serokkomariyê; serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û namzetê ji CHPyê(Partiya Komarê ya Gelî) Muharrem Înce li Navenda Giştî ya Partiya Dad û Pêşdeçûnê(AKP) civîyan.
Bixwîne - Nûçeyên li ser hilbijartina pêşwext ya 2018ê
Muharrem Înce duhî çûbû Girtîgeha Edirneyê û namzetê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş dîtibû. Herweha Înce bi nûnera ÎYÎ Partîyê8Partiya Baş), Meral Akşener û nûnerê Partiya Saadetê, Temel Karamollaogluyî re civiyabû.
Du namzetên ji Rîzeyê
Civîna Erdogan û Înceyî 40 deqîqeyan dom kiriye. Muharrem Înceyî piştî civînê ji çapemeniyê re gotiye:
“Me serkeftin ji berrêzê serokê giştî [yê AKPyê] û AKPyê re xwest. Me derdên xwe ji hev re gotin û me sohbet kir.”
Li ser navê AKPyê wekîlê gruba AKPyê Mustafa Elîtaşî got:
“Wan sohbetek gelek xweş kir, serkeftin ji hev re xwest. Herdu jî ji Rîzeyê bûne.”
(AS/MB)