Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fabîen Roûssel di hilbijartinên Serokomariyê yê Fransayê yên 10ê Nîsanê de wê namzetê Partiya Kominîst be. Roussel di 23emîn salvegera radestkirina Abdûllah Ocalanî de ji bo ku “azad bibe” bang kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Firatê Roûssel bi etîketa #freeocalan ev peyam belav kiriye:
“Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan 24 sal in li dijî peymanên navneteweyî tê girtin. Azadkirina wî ji bo pêş xistina projeya pêşverû, femînîst û ekolojîk a ku Kurd hilgirê wê ne wê rê li ber aştiyê veke”
Fabîen Roussel ku endamê malbateke xwedî kevneşopiyeke demdirêj a komunîst e. Navê xwe ji Albay Fabîen ê yek ji pêşengên berxwedana komunîst a li dijî dagirkeriya Naziyan a Parîsê di Duyemîn Şerê Cîhanê de cih digire, girtiye. Bavê Roûsselî rojnameger bûye û nûçegîhanê weşana partiyê yê rojnameya L'Humanite bûye. Her weha weke komunîstek alîkarê Şaredarê Bethuneyê yê sosyalîst Jacques Mellick bûye. 5 zarokên Rousselî hene û niha ji bo hilbijartinên serokomariyê yên Fransayê ku di meha Nîsanê de wê pêk were xebatên xwe didomîne. (AEK/AY)