Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê Vahap Seçer hatibû girtin û ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB), ji bo li şûna Seçer cîgirê serok hilbijêre, roja Pênşema 15ê Cotmehê li Enqereyê kom bû.
Dengdana nihênî çar tûr dom kir. Namzeta Partiya Nû û Şaredara Bajarê Mezin a Eskişehirê Ayşe Unluceyê, 48 deng ji namzetê Hevpeymaniya Cumhur, Şaredarê Bajarê Mezin ê Kocaeliyle yê AKPyî Tahir Buyukakin zêdetir girt.
Li gorî encamên nefermî ku saet di 20.55an de hatin aşkerekirin, Unluce 417 deng û Buyukakin jî 369 deng stendin.
Unluce piştî hat hilbijartin li ser kursî axivî û ev tişt gotin:
“Ez ji bo cîgiriya Serokê me ê TBByê Vahap Seçer hatim hilbijartin. Heta ku ew bi lez azadiya xwe bi dest bixe û vegere ser erka xwe, ez soz didim ku ez ê vê erka xwe ji bo we bi awayekî wekhev û adil pêk bînim.”
CHPyê namzet nîşan neda, piştgirî da Unluceyê
Beriya hilbijartinê di navbera CHP, Partiya Nû û DEM Partiyê de li ser namzetê hevpar hevdîtin hatin kirin.Partiya Nû, Şaredara Bajarê Mezin a Eskişehirê Ayşe Unluce wekî namzeta xwe nîşan da.
Berdevkê CHPyê Muslim Sari di 14ê Cotmehê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hewldanên partiya wan ên ji bo diyarikirina namzetê hevpar bêencam man. Tevî vê yekê, ji bo ku rêveberiya TBByê nekeve destê Hevpeymaniya Cumhur, ew ê piştgiriyê bidin Unluceyê.
Hefsengiyên siyasî yên di Meclîsê de
Beriya hilbijartina ku bi dengdana veşartî hat kirin, li gorî belavbûna partiyan a ku hatibû aşkerekirin, di Meclîsa TBByê de 304 endamên AKPê, 261 endamên CHPê, 131 endamên Partiya Nû, 57 endamên MHPê, 56 endamên DEM Partiyê, 9 endamên Yeniden Refah Partiyê û 3 endamên İYİ Partiyê hebûn.
Di vê dabeşkirinê de hiimara endamên CHP û Partiya Nû bi giştî 392 û yên AKP û MHPyê jî bi giştî 361 bûn.
417 dengên ku Unluceyê di tûra çarem de stendin, ji hijmara giştî ya kursiyên CHP û Partiya Nû 25 deng zêdetir bûn. Buyukakin jî ji jimara giştî ya AKP û MHPyê 8 deng zêdetir wergirtin.
(AEK/AY)

