Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Keskparêz û Siberoja Çep (Partiya Çep a Kesk) ya Kocaeliyê Ayten Donmez hatiye girtin.
Polîsan duh bi ser mala Donmezê ya li Uskudarê de girtibû û ew desteser kiribû.
Li gorî nûçeya ku di MAyê de hatiye weşandin, di jêpirsîna navenda polîsan de hatiye îdiakirin ku ew “tevlî nav PKKyê bûye û paş de vegeriyaye”. Derbarê vê îdiayê de du fotografên ku PKKyî tê de ne, nîşanî Donmezê dane. Lê Donmez li dijî van îdiayan derketiye.
Piştî navenda polîsan, Donmez birine Edliyeya Çaglayanê ku dozgerî îfadeya wê werbigirie. Li dozgeriyê jî heman fotograf nîşanî Donmezê dane û tohmet kirine ku ew “endama rêxistinê ye.” Dozgerî xwestiye Donmez bê girtin û ew şandiye Dadweriya Aştî û Cezayî. Piştî jêpirsînê, dadweriyê biryar daye ku Donmez bê girtin.
Beriya niha bi du rojan Wezîrê Karûbarên Hundir û namzetê parlamenteriyê yê AKPyê yê Stenbolê Suleyman Soylûyî, beşdarî bernameyeke kanaleke televîzyonê bûbû û namzetên Partiya Çep a Kesk kiribû hedef. Piştî vê jî Donmez bûbû hedefa medyaya nêzîkî hikûmetê. (AS/FD)