Weşanxaneya Rûpelê, nameyên siyasetmedar û ronakbir Nûreddîn Zazayî ku ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebriyê kurê Osman Sebriyî re nivîsandine weke pirtûkekê çap kiriye.
Pirtûk bi navê “Nameyên Nûreddîn Zaza”yî hatiye weşandin û ew nameyên ku Zazayî di navbera salên 1960î û heta dawiya salên 1980yî ji Reşo û Sebriyî re hatine nivîsandin tê de hene.
Mahmûd Lewendî û Nedîm Baranî ev pirtûk amade kirine ku di nameyan de Zazayî him li ser rewşa xwe him jî derbarê rewşa siyasî, çandî û hunerî ya wan salan de zanyariyan dide.
Nûredîn Zazayî di van nameyan de li gel hêla xwe ya rewşenbirî, weke siyasetmedarekî jî li ser siyaseta cîhanê, rewşa kurdan, rewşa rêxistin, rêxistinî û têkilî û nakokiyên di navbera rêxistinên/perçeyên kurdan de dîtin û hizrên xwe nivîsandiye.
Dîsa hin nivîsên wî di van nameyan de hene ku ji bo di kovaran de bên weşandin ji Hemreş Reşoyî re şandine.
Li gel van nameyan, nivîs û nirxandinên Kemal Cemîl Seydo û Samî Ehmed Namiyî yên li ser Nûredîn Zazayî nivîsandine hatine weşandin.
Seydo û Namiyî di nivîsên xwe de him behsa fikr û ramanên Zazayî û him jî behsa xebatên siyasî û rewşenbirî yên wî dikin.
Her çiqas ku di pirtûkê de bersivên Reşo û Sebriyî nehatibin weşandin û hêleke “pêvajoyê” kêm mabe jî “Nameyên Nûredîn Zazayî” ji hêla dîroka kurdan a di navbera salên 1960 û 1990î de gelek zanyariyên balkêş û girîng nîşanî xwendevanan dide.
Di rûpelên dawiyê yên pirtûkê de amadekaran cih dane fotografên Nûredîn Zazayî ku weke kurteyeke ji dîroka wê demê.
Derbarê Nûredîn Zazayî deDi sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdî, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîzî derbasî Rojavayê dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdan de berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û Ronahîyê de çap dibin. Piştî şerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe Suriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Rojavayê dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paşîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweşiya penceşêrê koça xwe ya dawî dike. *Çavkaniya bîyografiya Zazayî: Weşanxaneya Avestayê |
(FD)