Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Adrîan Fîgueroa ji nameyên ku Osman Kavalayî di girtîgehê de nivîsandiye, kurte fîlma bi navê “Letters from Silivri” çêkiriye û fîlm ji bo Festîvala Kurte Fîlmên Navneteweyî ya Clermont-Ferrandayê hatiye hilbijartin.
Festîval li Fransayê piştî Cannesê di nav festîvalên herî mezin de cîh digire.
Festîval di navbera 29ê Kanûna Paşiyê û 6ê Sibata 2021an de wê pêk were.
Di kurte fîlmê de Mustafa Avkiran di dêlva Osman Kavalayî de diaxive û çêkerê fîlmê jî Çîgdem Matere. Derhêneriya dimenan Meryem Yavûz dike û konsepta “Letters from Silivri”yê jî girêdayî Tûncay Kûlaoglûyî ye.
Asîstanê derhênerê fîlmê Damla Kirkali, derhênerê hunerê Ceyda Yucer û asîstanê produksiyonê jî Okan Avciyî ye.
Ji bo mijara fîlmê di malpera fermî ya derhêner Adrîan Fîgueroa de weha hatiye gotin:
“ Osman Kavalayê ku di civaka sivîl a Tirkiyeyê de navdare, ji 1ê Çiriya Paşiyê heta niha di girtîgeha Silîvriyê de ye. Di mezintirîn girtîgeha Ewropayê de girtiye. Dozgeran Kavalayî bi sazkirina “Çalakiyên Gezîyê” tohmetbar dikin. Biryar, di 18ê Sibata 2020an de dema bereatkirinê hatiye girtin. Lêbelê di heman rojê de Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê Kavalayî bi tevlîbûna hewldana darbeya 2016an tohmetbar kiriye û daxwaza girtîmayîna wî kiriye. Osman Kavala dema ku ceza lê were birîn rû bi rûyê cezaya girtîgehê ya heta hetayî dimîne.” (AÖ/AY)