Hizbullahê aşkere ku wan Naîm Qasim (71) ku cîgirê Sekreterê Giştî yê berê Hesen Nasrallah bû weke serokê xwe yê nû hilbijart. Sekreterê Giştî Hesen Nasrallah mehekê berê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li taxên başûrê Beyrûtê hatibû kuştin.
Li gor nûçeya El Cezireyê; Hizbullahê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku Qasim ji ber "pabendbûna wî ya ji bo prensîb û armancên Hizbullahê" hatiye hilbijartin.
Qasim di sala 1991ê de ji aliyê serokê wê demê Abbas el-Musewî ve wek cîgirê serokê rêxistinê hatibû erkdarkirin.
Nasrallah di êrîşa Îsraîlê ya 27ê Îlonê de li Beyrûtê hatibû kuştin. Piştî kuştina Nasrallah, Qasim weke cîgirê serokê rêxistinê li ser wezîfeyê bû.
(RT/AY)