Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şêwirmenda weşana bianetê û rojnamegera Nadîre Mater, ji ber Nobedariya Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê îro hat dadkirin. Doz hat paşdedan di 14ê Sibatê de Mater dê dîsa bê dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê digel Nadîre Materê, Înan Kizilkayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê jî dad kir.
Parêzera Materê Merîç Eyûpoglûyê got:
“ Dadgeha Cezayên Giran a 22. dê doza 25 rojnamegerên bûyîn nobedar bi rê ve bibe. Di meha paşiyê de dadgeh her car yek biryarê dide. Ji ber wê dozan digihîne hevdu.
“Înan Kizilkaya hem ji doza bingehîn hem jî ji ber dozên nobedaran ji bo ji sedî zêdetir dozan tê dadkirin. Ji ber heman sûcî mirovek bi sedan caran bê dadkirin ne karek e ku bikare pêk bê.
Heta 5 salan ceza ji Materê re tê xwestin
Ji ber ku Mater di 3yê Hezîrana 2016ê de bûbû nobedara Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê, bi sûcên “Weşandin û belavkirina weşanên rêxistina terorî” û “ propagandaya rêxistina terorî” tê dadkirin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.(ÇT/MB)