Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Îstînafê ango ya ya Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê biryar daye û gotiye ku divê dadgehkirina polîsê bi wesayita zirxkirî pêl jinek Sûphiye Yakûtê kiriye betal nebe û dewam bike.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, Yekem Daîreya Dozên Îdarîya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê di biryara xwe de diyar kiriye ku Qanûna Derbarê Dadgehkirina Karmendên Dewletê û Erkdarên Din ên Dewletê a hejmar 4483yê nabe li ber dadgehkirinê bibe asteng.
Wesayita zirxkirî ya ku polîsê bi navê S.G. diajot, di 22yê Nîsana 2018an de li taxa Bahçebaşiyê ya Kerboranê, navçeya Mêrdînê li bin guhê Suphiye Yakûtê xistibû. Doz li polîsî hatibû vekirin lê Qaymeqamtiya Kerboranê destûr nedabû ku polîs were dadgehkirin. Parêzerên Yakûtî li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê dabûn.
Dadgeha îstînafê biryar daye ku dadgehkirina polîsî dewam bike.
NOT: Li gorî rapora TIHVyê, di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2018an û 10ê Îlona 2021ê de ji ber wesayitên polîs û cendermeyan û saziyên fermî, 9 jê zarok, 16 kes mirine.
Parêzer Tahîr Demîrî ji bo biryara dadgehê ji MAyê re gotiye ku biryara dadgeha îstînafê rola qaymeqam û waliyan a di dadgehkirinên mîna vê de, bi zelalî nîşan daye.
Demîrî her weha diyar kiriye ku biryara navborî wê bibe mînak ji bo dadgehkirinên mînav vê bûyerê.
Çi bûbû?
Di 22yê Nîsana 2018ê de li Taxa Bahçebaşiyê ya Kerboranê, navçeya Mêrdînê wesayita zirxkirî ya polîsan li bin guhê Suphiye Yakûta 51 salî xistibû. Ji ber vê rewşê Yakût qorimî bûbû û nexweşxaneyê rapor dabû wê.
Ji ber ku “bi qisûr” Yakût birîndar kiriye, doz li polîsê bi navê S.G. yê wesayita zirxkirî diajot vekiribûn.
Pisporan rapor amade kiribûn û gotibûn, “qisûr bi temamî” ya S.G.yî ye û ew “di dema manewreyê de ne baldar bû”.
Dozgerî li gorî rapora pisporan tevgeriyebû û xwestibû polîs ceza bibe. Polîs li Dadgeha Cezayê Giran a Midyatê dihate dadgehkirin. Di danişîna 12yan de heyeta dadgehê hate guhertin.
Piştî heyet hate guhertin, dozgerî dosyayê yê daxwaza cezakirina polîsî kiribû, nêrîna xwe guherandibû û xwestibû ku bila ji Qaymeqamiya Kerboranê bipirsin bê ka destûra dadgehkirina polîsî dide yan na.
Heyeta dadgehê di danişîna 13an de li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyabû û dosye şandibû Qaymeqamiya Kerboranê. Qaymeqamiyê destûr nedabû. Ji ber ku Qaymeqamiya Kerboranê destûr nedabû dadgehkirin sekinîbû. Parêzerên malbatê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî dabû. (AS/FD)