DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
Nabe bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” mirov werin cezakirin
![Nabe bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” mirov werin cezakirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/252/051/original/covid-ilac-fiyati_(4).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê ku bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” li Vedat Şorliyî hatiye birîn, qebûl nekiriye û gotiye mafê azadiya xweîfadekirinê ye Şorliyî hatiye binpêkirin.
Şorliyî ji ber fotograf û karîkaturek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşandibû di sala 2017an de bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” hatibû dadgehkirin. Di encama dadgehkirinê de 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wî hatibû birîn.
Ev cara yekê ye ku DMME bi vî awayî biryarekî dide û ji ber ku wê bibe mînak, ev biryar girîng tê dîtin.
DMMEyê pêşniyara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di sala 2004an de bibîr xistiye ku bi vî sernavî hatibû weşandin, “Rûmeta karmendên dewletê û kesên siyasî”.
DMMEyê her weha diyar kiriye ku gelek welatên endam ên Konseya Ewropayê cezayên girtîgehê yên ji ber heqaretê rakirine û jelatên weke Azerbeycan û Tirkiye ne ji wan dewletan in. Di dewamê de diyar kiriye ku Meclîsa Parlamenteran ji vê rewşê metirsîdar e û daxwaza Meclîsê bidawîanîna van cezayan e.
Her weha DMMEyê cih daye nêrîna Komîsyona Wenedîkê ya Konseya Ewropayê ya sala 2016an ku gotiye xalên 216, 299, 301 û 314an ên Qanûna Cezayan a Tirkan û bikaranîna van xalan ne li gorî normên Ewropayê ne.
Ceza li Tirkiyeyê birîye
Dadgehê piştî van nirxandinan biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê Vedat Şorliyî hatiye binpêkirin.
Li gorî vê biryarê wê Tirkiye 7 hezar û 500 Euroyî bide Şorliyî.
Dadgehê her weha ji Tirkiyeyê xwestiye ku Xala 299an a TCKyê li gorî rêzik û qanûnên DMMEyê biguherîne. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)