Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vokalîst, stranbêj û bestekar Îlhan Îremî, ji ber nexweşiya gurçikan, li nexweşxaneyekê koça dawî kiriye.
Piştî ku nûçeya mirina Îremî belav bûye, li ser medyaya civakî, bi deh hezaran kesî xemgîniyên xwe parve kirin.
Kurtejiyana Îremî
Îrem di 1ê Nîsana 1955ê de li Bûrsayê jidayik bûye. Di salên 1960 û 1970yî de li dibistanan gelek orkestrayên dibistanan vedibûn û malbatên çîna navîn ên bajarî piştgiriyeke mezin didan van orkestrayan. Îrem di sala 1969ê de, dema di dibistana navîn de pola dawî dixwend, beşdarî nava orkestreyake bi vî rengî bûye û stran strîne.
Di heman demê de medyaya berbelav gelek caran piştgirî didan pêşbirkên muzîkê yên di navbera lîseyan de pêk tên. Ev pêşbirk yek ji çavkaniyên herî girîng ên muzîka popê ya bi tirkî bûn. Îrem tevî hevalên xwe bi orkestraya "Meltemler"ê beşdarî pêşbirkekê bûye ku rojnameya Milliyetê ew çêkiribû. Li Herêma Marmarayê ev kom bûye yekem. Îrem bi heman orkestrayê di navbera salên 1970 û 1973yê de li Bûrsayê, li çendîn otelan konser dane.
Îremî di salên 1970yî de single plak û stranên hît ên romantîk afirandiye. Di sala 1973yê de bi derfetên xwe yekem plaka xwe ya bi navê "Bütün Eller - Bazen Neşe Bazen Keder" ji bo şîrketa Diskoturê çêkiriye. Lê bi vê plakê, serkeftina ku li bendê bû, bi dest nexistiye. Şîrketê jê xwestiye ku besteyên xwe bide hinek stranbêjên din, lê wî ev qebûl nekiriye û plaka xwe ya duyem bi navê "Yazık Oldu Yarınlara - Haydi Sil Gözlerini" derxistiye. Bi vê plakê bûye populertirîn stranbêjên ciwan ên Tirkiyeyê. Di sala 1975ê de bi navê "Anlasana" plaka xwe ya sêyem derxistiye û êdî gelekî bi nav û deng bûye.
Îlhan Îremî di salên 1970yîde gelek stran çêkirine ku rexne di gotinan de hebûn, radîkal û ajîtatîf bûn. Him jî ciwanan ji muzîkên wî gelekî hez dikir. Di dawiya salên 1970yî de ew jî ketiye nava pêlên muzîka protest û çendîn plak bi navê "Havalar Nasıl", "İşte Hayat", "Son Selam", "Ayrılık Akşamı", "Sen Bilirsin", "Bal Ağızlım" amade kirine.
Di sala 1979ê de albûmek bi navê Sevgiliye" weşandiye ku bi forma senfonîk hatibû amadekirin. Esîn Engîn aranjorê vê albûmê bû û ev yekem albûma wî ya akademîk bû. Ji bilî gotinên xwe, beste ji helbesta Nazim Hîkmetî ya bi navê "Hoşgeldin Kadınım" re çêkiriye û ew bi navê "Hoşgeldin" straye.
Di sala 1984yê de li ser navê Tirkiyeyê li Bûlgaristanê, beşdarî Pêşbirka Stranan a Orpheusa Zêrîn bûye û Xelata Taybet a Rojnamegeran qezenc kiriye.
Îremî bi tenê besteyên xwe straye û di salên 1980yî de ji ber çîrokên xwe hinek stran bi rengê senfonîk rock û dirêj çêkirine.
Pênc pirtûkên wî yên çîrokan, ceribandinan û helbestan hatine weşandin.
Her weha wêne xêz dikir ku li Bûrsa, Enqere, Antalya, Kûşadasi, Dîkîlî, Stenbol, Golcûk û Îzmîrî wêneyên xwe pêşkêş kirine.
Îlhan Îremî 6 caran Xelata Plaka Zêrîn û gelek xelatên din standine. Gelek rojname, kovar û saziyan stran û albûmên wî "stran/albûmên salê" hatine hilbijartin. (AEK/FD)