Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Destana Mem û Zînê piştî 5 salan wê careke din ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê bi aweyekî muzîkal were lîstin.
Nivîskar Kawa Nemirî destana Ehmedê Xaniyî ji bo şanoyê hatiye modernîze û revîze kiriye û Ruknettîn Gun ji bo dikê amade kiriye.
Di muzîkalê de ekîbeke ji 60 kesan pêk hatiye wê cih bigirin ku Akademiya MA Muzîkê û Navenda Çandê ya Laleşê piştgirî daye ji bo amadekirinê. Li ser dikê li gel şanoyê wê reqs û stran jî hebin ku solîstê koma Lawjeyê Alî Tekbaş wê karaktera Memî, stranbêj Gulseven Medar jî wê karaktera Jînê bilîze. Yavûz Akkûzû wê karaktera Bekoyî, Kemal Ûlûsoy jî karaktera Mîrî wê bilîze.
Ji Mezopotamya Dansê Serhat Kûral û Yeşîm Coşkûn jî wê bi dansên xwe cihên xwe di şanoyê de bigirin.
Muzîkal wê 6-7 û 8ê Îlonê li Amedê li Navenda Karî ya Galeriyayê bê nîşandan. (BD/DB/FD)