Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
CHP û Meral Akşenerê diyar kirin ku ji ber zerfên dengdanêyên bêmor ew ê îtiraz bikin. HDPyê diyar kir ku ew ê îtiraza 2/3yê dengan bike.
Aksûngerê CHPyî: Çi qasê li şaneşînê biaxivin jî encam ne rast in
Cihgirê serpokê CHPyê, Erdal Aksûngerî diyar kir ku ew ê îtiraza encamên ji sedî 37ê dengan bikin.
“Nêzîkî milyonek dengên nelê hebûn lê YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) ew hejmartin. Hêzên ewlehiyê nehêlane karmendên me kar bikin. Şahidên tevgera siyasî ya Kurdan hatine astengkirin. “
HDP: Em ê îtiraza 2/3yê dengan bikin
HDPyê di heqê encaman de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ew ê ê îtiraza 2/3yê dengan bikin.
Sonuç evet de çıksa hayır da, sandıkların 3'te 2'sine itiraz edeceğiz. Bize ulaşan veriler, 3-4 puan düzeyinde manipülasyona işaret ediyor. pic.twitter.com/X12CUOCjBL
— HDP (@HDPgenelmerkezi) April 16, 2017
Akşener: Biryara YSKyê skandalek e
Meral Akşenera ku ji Partiya Nijadperest a Geli(MHP) hatibû avêtin li Fox TVyê axiviye. Wê da zanîn ku biryara YSKyê skandalek e.
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) eşkere kiribû ku heta neyê îspatkirin zerfên bêmor yên dengdanê bi awayek neûsûlî hatine anîn ew deng divê bê hejmartin. (ÇT/YY/MB)